Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe 2018-04-01 09:18:55 MÊRSÎN – Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, istismarkirina zarokan a di saziyên perwerdehiyê de rû dide nirxand û bal kişand ser kêmasiya perwerdehiya nasnameya zayendî. Derûnas Fahriye Cengîz jî got: “Li hemû deverên koçberî, şer û bûyerên civakî lê hebin, herî zêde zarok tên îstismarkirin.”  Di rapora binpêkirina mafên zarokan de ku Parlementerê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di 30’yê Kanûna 2017’an de daxuyand; di navbera salên 2011-2018’an de mafê jiyanê yê 3 hezar û 947 zarokan hatiye binpêkirin û di sala dawî de jî 243 zarok bi istismara zayendî re rû bi rû mane.    ‘DIVÊ NASNAMEYA ZAYENDÎ BÊ HÎNKIRIN’   Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, nemaze jî bal kişand ser wargehên di dest cemaetan  yên nayên venêhartin de û got, li cihên perwerdehiyên bi vî rengî, di bin navê ehlaqîvaniyeke zêde zayendîbûn û nasnameya zayendî baş veneguriye perwerdehiyê. Mûşlû, destnîşan kir ku ji ber di ferdan de perwerdehiya zayendî û nasnameya zayendî baş pêk nehatiye, îstismarkirina zarokan zêde bûye. Mûşlû, bi lêv kir ku divê di bûyerên bi vî rengî de îstismarkar bi awayekî aşkere bên teşhîrkirin. Mûşlû got: “Di bûyerên îstismarkirinê de zarok nizane dê xwe çawa biparêze. Perwerdehiya di vî warî de tune ye. Lewma divê civaka me di warê parastina taciz û tecawuzê de  bi awayekî hesas û bîrbir tev bigere. Her wiha divê di mufredata Perwerdehiya Netewî de jî di warê zayendîbûna zarokan û nasnameya zayendî de zarok bên perwerdekirin. Ji bor ê li ber îstismarkirina zarokan bê girtin, di vê hîn temenên biçûk de perwerdehiyên ku zarok nasnameya xwe ya zayendî nas bike bên dayîn”.    ‘CIHÊ KU ŞER LÊ HEBE ÎSTISMAR JÎ HEYE’    Derûnas Fahriye Cengîz jî bi bîr xist ku her çend di demên dawî de îstismarkirina zarokan zêde bûbe jî, li hemberî vê hesasiyeteke baş nayê nîşandan. Cengîz got: “Berê jî bûyerên îstismarkirina zarokan diqewimîn. Lê belê ji ber berteke civakê hebû, pir ne aşkere bû. Dema mirov di çarçoveyeke civakiyî de li zarok jî dinere, em di nav gel tiştekî wisa zêde dibihîsin ‘Mirov kengî wisa ji rê derketin an jî bêehlaq bûn.’ Ne bawer im ev bûyerên îstismarkirina zarokan nû bin. Nêzîkatiyeke wekî ku di civakê de ev bûyer tune bûne û nû rû dane heye. Li hemû deverên koçberî, şer û bûyerên civakî lê hebin, herî zêde zarok tên îstismarkirin.”    ‘ÎSTISMAR ZÊDE DIBE’    Cengîz, destnîşan kir ku sedema sereke ya zêdebûna îstismarkirina zarokan, pêkanîna qada rewa ye. Cengîz got, di jiyanê de êdî zarok nayên dîtin. Cengîz bal kişand ser nûçeyên îstismarê yên di çapemeniyê de rû didin û got: “Sedema ku îstismarkirina zarokan evqasî zêde dibe yek jê jî, sepandinên der barê zarokan ên demên dawî ne. Di warê zewicandina temenên biçûk de gelek qanûn hatin guherandin. A rastî ev qanûn di zêdebûna îstismrakirina zarokan de faktoreke girîng in û nîşan didin ku ka rewş çi qas xeternak e.”    ‘SER TÊ NIXUMANDIN’    Cengîz, bi bîr xist ku di du salên dawî de gelek saziyêên ku di warê rêlibergirtina îstismarkirina zarokan de tev digeriyan hatin girtin û got: “Ji ber vê di qada îstismarkirina zarokan de valahiyeke mezin heye. Ev qad herî zêde xistin înîsyatîfa saziyên cemaweriyê. Yek ji wan dewletên ewil a ku Danezana Mafên Zarokan a Gerdûnî îmze kir em in, lê belê ji dêvla îstismarkirinên zarokan ên di saziyan de rû didin bên cezakirin, ser wan tên nixumandin.”    Cengîz, bi lêv kir ku mufredata perwerdehiyê bandorê li îstismarkirina zarokan dike û got, divê li saziyên Perwerdehiya Netewî de li gor derûniya pêşvexistina zarokan perwerdehî bên dayîn.    MA / Nurhan Kuzu