Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire 2018-03-31 16:24:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, bal kişand ser xebatên xwe û nêzîkatiya wan a bi partiyên din re û wiha got: "Partiya me dê rêbaza danûstendina bi hemû partiyan re esas bigire. Dê rêbaza bi rêyên aştiyê û diyalogê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê esas bigirin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, derbarê rêbaza ku dê partiya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêk bîne û hevkariya wan bi aliyên din ên siyasîr re pirsên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bersivandin. Hevrîn Xelef, destnîşan kir ku fikreya damezirandina partiya Sûriya Pêşerojê piştî ewqas sal ji aloziya ku gelê Sûriyê bi armanca aloziyê pêk hatiye û wiha got: "Dema tevgera gel li herêmê destpê kir û wê li tevahiya Sûriyê belav biba, hin aliyan tevgera gel berûvajî kirin û kirin tevgereke leşkerî. Her wiha xwestin nakokiyên tayîfî di navbera pêkhateyên Sûriyê de derbixin."   GELÊ SÛRIYE JIYANA HEVBEŞ ESAS DIGIRIN   Hevrîn Xelef, da zanîn ku fikreya damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê piştî ku hin dewletan aloziya Sûriyê ya ji bo bidestxistna mafê civakê veguherîn şerê mezhebî ya di navbera pêkhateyan de pêk hatiye û wiha axivî: "Em dizanin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hev re li ser esasê biratî û jiyana hevbeş bi hev re jiyan dikirin. Lê aloziya Sûriyê û şerê mezhebî ku di navbera di di encama destwerdana hêzên derve de pêk hat. Partiya me jî ji bo rakirina vê nakokiya mezhebî ku di encama destwerdana hêzên derve pêk hatiye. Ev jî bibe gava yekem a ber bi çareserkirina aştiyana ya aloziya Sûriyê. Di heman demê de em bingeha avakirina civaka Sûriya pêşerojê destnîşan bikin. Bi vê yekê em gihiştin biryara damezirandina partiyê."   HEMÛ BI HEVRE DÊ SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ AVA BIKIN   Hevrîn Xelef, li ser xebatên partiya xwe jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Partiya me armanc dike ku di serî de jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de pêş bixe. Wek we jî dît di salona damezirandina partiyê de ereb, kurd, suryan, tirkmen û çerkes bi hev re rûniştîbûn. Ên di vê salonê de runiştîne wan biryar girtiye. Hemû bi hev re wê Sûriya pêşerojê saz bikin. Ev bingeha sereke ya pêkanîna çareserkirina aştiyane û bingeha çareserkirina aloziya Sûiryê ye. Her wiha sazkirina têkiliyên herî baş ji bo pêkanîna aramî û aştiya li tevahî Sûriyê."   Hevrîn Xelef, parast ku partiya wan li ser esasê danûstendina bi hemû partiyên Sûriyê re dê xebatan pêk bîne û wiha bi dawî kir: "Wê têkiliyên me ji bo çaresrkirina aloziya Sûriyê û avakirina sîstema Sûriya pêşerojê ku jiyana bi rumet ji hemû gelê Sûriyê re pêk bîne wê li ser esasê danûstendina bi hemû aliyan re pêk were. Bê guman Sûriyê û xaka wê tenê ya gelê Sûriyê ye. Ne ji mafê tu dewletanên cîran e ku ku xaka Sûriyê dagir bike û di xaka Sûriyê de destwerdanê bike.  Ji ber destwerdan bi çi rêbazan dagirkeriye. Em hêvî dikin ku partiya me gavên destpêkê ji bo pêkanîna jiyana hevbeş a ji bo pêkanîna jiyana bi rumet li layîqî hemû gelê Sûriyê pêk bîne û partiya me dê teqes li gorî berpirsyariyan tev bigere."