Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye 2018-03-31 15:44:27 STENBOL - Xebatkarên TV10 ji bo televîzyona wan bê vekirin di hefteya 78'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Midûrê Nûçeyan ê TV10'ê Turabi Kişin, diyar kir ku Tirkiye di azadiya ramanê û çapemeniyê de di cîhanê de her dem rêza yekem diparêze.  Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, çalakiya xwe di hefteya 78'an de li qada Galatasarayê berdewam kir. Di çalakiyê de nûnerên Komeleya Derdorê ya Munzur, Dayikên Şemiyê, xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Wezîrê Ewlehiya Civaki û Xebatê yê berê Ziya Halis, Serokê Partiya Şoreşger Musa Piroglu, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, nûnerên saziyên elewiyan û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta "Dengê TV 10 nayê qutkirin" vekirin.    KîŞîN: TIRKIYE DI RÊZA YEKEM DE YE   Midûrê Nûçeyan ê TV10'ê Turabi Kişin, diyar kir ku Tirkiye di azadiya ramanê û çapemeniyê de di cîhanê de her dem rêza yekem diparêze.    Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî diyar kir ku yên zextan li ser çapemeniye pêş dixin çawa berê temenkurt bûn dê niha jî temenê wan kurt bin. Boltan, anî ziman ku dema ew di nava şêwirmlendiyê de bin tê karibin hemû astengiyan ji ser xwe bavêjin    Pêşengê Elewiyan Servet Demîr jî anî ziman ku zextên li ser çapemeniyê darbeya li ser azadiyê ye û xwest bi lez rojnamegerên girtî bên berdan.    Çalakî bi dirûşmeya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.