Endamên KODA: Hamzaoglu berdin 2018-03-31 15:29:00 KOCAELÎ - Akademîsyenên endamên KODA di roja duyemîn ya sempozyuma "Ji zanîngehê wêdetir" li Sendîkaya Birleşik Metal İşê pêk hat de xwestin Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu bê berdan.  Sempozyuma "Ji zanîngehê wêdetir" ya di pêşengiya akademîsyenên KODA de, li Sendîkaya Birleşik Metal İşê di roja duyemîn de berdewam kir. Di rûniştina ewil ya roja duyemîn de mijara “Lêkolîn ji bo çi ye? Ji bo Kê ye?" hat niqaşkirin. Endama KODA Doç. Dr. Hulya Kendîr bername pêşkêş kir. Hîndekara Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Işil Unal,  Hîndekara Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn Meral Akbaş, Endama Kolektifa Çanda Kocaelî Doç. Dr. Bora Erdagi, Hîndekara Zanîngeha Beykentê Nihan Bozok û Hîndekarê Zaningeha Yildiz Teknikê Dr. Ali Yalçin Goymen axaftin kirin.    HEMZEOGLU BERDIN   Pêşkêşvana Sempozyumê Doç. Dr. Hulya Kendîr, bal kişand ser girtina Endamê KODA û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglû yê di 17'ê sibata 2018'an de hat girtin û wiha got: "Niha hevalê me Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ne di nava me de ye. Divê demek berî demekê bê berdan.   UNAL: XEBATA KOLEKTÎF ŞERT E    Akademîsyen Prof. Dr. Işıl Unal jî mijara "Lêkolîn azadibûn e, azadîbûn lêkolîn e" pêşkêş kir. Unal ewil xwest Hamzaoglu bê berdan û wiha got: "Agahî faliyetên polîtîk e. Rastî ji bo her kesî heman tiştî îfade nake. Ji bo em rasti bê fam bikin û têxin meriyetê, divê em bi awayekî kolektif lêkolîn bikin. Divê em paradigmaya pevajoya kolektef a lêkolînê têxin meriyetê. Tenê teorîya fikrî têr nake. Divê nêzîkatiya azad dike em dînin holê. Divê du nêzîkatî bibin yek û hev temam bike.    GOYMEN: CÎHAN DI MILÊ POLÎTÎK DE WEKÎ BOMBEYA LI BER TEQÎNÊ YE    Endama Lijneya Weşana Kovara Praksis Alî Yalçin Goymen jî mijara "Wekî Muşterekbûna Agahî û jiyanê Praksisa Şoreşgerî" pêşkêş kir. Goymen jî xwest Hamzaoglu bê berdan û wiha got: Cîhan di milê polîtik de wekî bombeya li ber tekînê ye. Gelek kesên dixwazin pîmê bombeyê bikişînin hene. Divê em li pirsa 'Em dikarin mirovan çawa ji vê rewşê rizgar bikin?' Bigerin. Ev yek bi şoreşa praksis pêkan e. Divê em şoreşê pêş bixin.    BOZOK û AKBAŞ: METOLOJIYA FEMÎNÎST DENGÊ BÊDENGAN E   Hîndekar Meral Akbaş û Nihan Bozok jî li ser mijarên "Hiskirin, dîtin, guhdarkirin û guhertin: Li ser derfetên metolojiya Feminist" niqaş pêş xistin.    Bozok jî xwest Hamzaoglu bê berdan û wiha got: "Bi pêşxistina têgeha metolojiya feminist re nerînek nû pêş ket. Di qada zanistiyê û jiyanê de dengê jinê tê qutkirin. “Metolojiya Feminist hewl dide bibe dengê kesên ku dengê wan dernakeve. Dîrok cih nade jinê û jinê nanivise. Li gorî lêkolîna me diroka jinê nayê dîtin. Em dibin şahidê vê yekê. Em hewl didin vê yekê bidin xuyakirin.    Akbaş jî wiha got: “Medodolojiya Feminist red dike ku zanistî bi destê mêr pêk hatiye. Ji kok ve lêkolîn û lêpirsîn dike. Tişta ku Feminizmê dike feminizm her çîroka ku jin dibêje hêjayî lêkolîn û nirxandinê ye."   Sempozyum bi pirs û bersîvan berdewam kir.