Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin 2018-03-31 11:51:52 EFRÎN - Bi navbeynkariya Tirkiyeyê, malbat û komên selefî yên ji Gutaya Rojhilat hatin derxistin, li Efrînê tên bi cih kirin.  Bi navbeynkariya Tirkiyeyê, malbat û komên selefî yên ji Gutaya Rojhilat hatin derxistin, li Efrîn tên bi cih kirin. Rejîma Sûriye û Rûsya yên saheya hewaya Efrînê ji Tirkiyeyê re vekirin, bi navbeynkariya Tirkiyeyê komên selefiyan ji Gutaya Rojhilat derdixin. Endam û malbatên rêxistinên El Nusra, Ehrar El Şam û Feylek Rahman ên ji Gutaya Rojhilat derxistin tînin li malên kurdan bi cih dikin. Komên nêzî hefteyekê ye ji herêmê tên derxistin, destpêkê wandibin Îdlîbê û dûre jî dibin Efrînê bi cih dikin. Li gorî çavkaniyên Rûsyayê nêzî 5 hezar kes ji Gutayê hatine derxistin.       WÊNEYÊN AÎDÊ MALBATAN    Wêneyên malbatên dibin kontrola rayedarên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hatin derxistin gehiştin ber destê Ajansa Mezopotamya (MA) yê. Malbatan, diyar kirin ku komên Ehrar El Şam ên malbatên anîn Efrînê, didin şer kirin. Malbatan, dan zanîn ku ji Gutaya  Rojhilat malbatan tînin Îdlîbê û bi ser navçeya Cindirêsê re derbasî Efrînê dikin. Ev plan di çarçoveya hewldanên Rûsya û Tirkiyeyê ya ji bo guhertina demografiyayê tên kirin.    DÊ MAFÊ WAN Û LEŞKERÊN TSK’Ê YEK BIN!   Hat zanîn ku dê mafê komên ji Gutaya Rojhilat anîn Efrînê û leşkerên TSK’ê yek bin. Bi taybetî dê ji bo komên Ehrar El Şam ên li Efrînê didin şer kirin mûçe bê girêdan, tazmînatê bidin malbatên kesên dimirin. Ji bo di medyaya nêzî hikûmeta AKP’ê de jî, mijara mûçe û tazmînat dayînê tim tê ser ziman.   MA / Nazim Daştan