Welat dengê muxalefetê ye 2018-03-31 09:21:49 AMED – Editorê rojnameya Welat Serhildan Mervan destnîşan kir ku desthilatdariyê her dem êrîşî rojnameya kurdî kiriye û got: “Welat dengê muxalefetê ye. Wê weşana me berdewam bike.”  Desthilatdariya AKP’ê piştî ku qeyûm avêt ser matbaya Gunê ya li Stenbolê, yekane rojnameya ku rojane bi kurdî weşan dike Welat nayê çap kirin. Her çi qas xebatkarên rojnameya Welat ji bo ku çapxaneyek nû peyda bikin ketin nava hewldanan jî ji ber tundiya desthilatdariyê tu çapxane weşandina Welatê qebûl nekir. Ji ber vê yekê xebatkarên rojnameya Welatê biryardan ku êdî li ser internetê weşanê bikin.    ‘ÊRÎŞ HER DEM BERDEWAM KIRIN HEBÛN’   Editorê Welatê Mervan Serhildan diyar kir ku wan rojname li du çapxaneyan amede dikir û dest nişan kir ku piştî qeyûm tayînî çapxeneya Gunê hat kirin, çapxaneya di jî ji ber gefên desthilatdariya çap kirinê qebûl nake. Serhildan anî ziman ku weşana Kurdî her dem di nava gefan de xebat meşandiye û wiha axivi: “Ji roja ewîl ve dema ku kevneşopîya Welat dest bi weşanê kir rastî êrîşan hatiye. Nûçegihanên rojnameyê hatin binçavkirin û girtin. Bi dehan caran polisan avêt ser buroyên me. Belavkarên rojnameyê hatin astengkirin û hatin kuştin. Hêj niha jî gelek hevalên me bi sedan sala tên darizandin. Û herî dawî qeyûm avêtin çapxaneya ku me lê rojname derdixist." Serhildan da zanin ku heqîqet nayê veşartin û got: “Wê şopdariya me ya heqiqetê berdewam bike. Em ê li dijî zextan vîna xwe xurt bikin.    ‘WELAT DENGÊ MUXALEFETÊ YE’   Serhildan bilêv kir ku Welat dengê muxalefetê ye û wiha axivi: “Rojnameya Welat dengê civaka muxalîf radigihîne. Ji desteserkirina çapxaneyan çi hêvî dikin. Bila li dîroka rojnemeya me binêrin ka kengî me serî tewandiye. Bi çi awayî be nikarin manipilasyonê bikin. Bi nuçeyên wan yên berovajî gel bawer nake. Çiqas êrîş hebe gel guhê xwe dide rojnameyên muxalefetê. Welat wê heqiqetê ragihine. Her dem em li ser pîyan mane." Serhildan da zanin ku her dem rojnamegeriya kurdî bi saya xwendevanan berdewam kiriye û got: "Divê hemû kes hişyar be. Piştgirî û xwedî derketin berdewam bike."   ‘AKP’Ê DY NAVA NAKOKÎ DE YE’   Serhildan bal kişand ser daxuyaniyên AKP’ê yên li ser zimanê kurdî û got: “Ji aliyekî TRT Şeş vekirine, li aliyê din rojnameya kurdî asteng dikin. Li aliyekî dibêjin em astengiyê naxin pêşiya zimanê kurdî li aliyê din tundiyek mezin li ser me dimeşînin. Lê em dibînin ku dixwaze zimanê kurdî jiîji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bi nûçeyên çewt û zimanekî deform weşanên kurdî dikin. Ev yek jî êrişek e.”    MA / Cîhan Olmez