Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike 2018-03-31 09:16:06 STENBOL - Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî pêl bi pêl zêde dibe. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku desteserkirina rojnameyê rasterast êrîşa li ser mafê agahiyên objektîf ên kedkaran e. Xwînerê rojnameyê Bulent Felekoglu jî diyar kir ku dema mirov rojnameyê li bayîyan nebîne bêhna mirovan diçike.  Di 28'ê Adarê de polîsan bi ser avahiyên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya di bin banê Şîrketa Weşana Çapemeniya Enginê de tê çapkirin û Çapxaneya Gun ku rojnameya Demokrasî û Welat çap dike de girt û saziyên çapemeniyê desteser kirin. Pişt re qeyûm tayînî saziyan kir. Piştî saziya navendî ya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxane hatin desteserkirin Rojnameya Welat jî niha nikare weşana xwe çap bike. Nûnerên rêxistinên kedê û xwînerên rojnameyan bertek nîşanî desteserkirina rojnameyê dan. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku desteserkirina rojnameyê rasterast êrîşa li ser mafê agahiyên objektîf ên kedkaran e. Bozgeyîk, anî ziman ku îktîdarê di 20'ê OHAL'ê de li ser hemû sazî û rêxistinên muxalif tundiyek pir dijwar ava kiriye û wiha got: "Herî zêde li ser rojnameger û çapemeniyê zextan zêde dike. Beriya ku AKP têkeve pêvajoya hilbijartina 2019'an dixwaze rasterast mafê agahiya objektîf ê kedkar û karkeran qut bike. Têkildarî şerê li ser Sûriye pêş dikeve xwest agahiyên objektif ji ser gel qut bike. Bi van astengiyan agahiyên rast û objektif ji gel mahrum dike. Dixwaze bi medya hawiz tengê agahiyên xwe yên şaş û derew parve bike. Em wekî kedkaran tayinkirina qeyûma li ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û binçavkirina rojnameyan şermezar dikin. Berê qeyûm tayînî ser şaredariyan kir. Niha jî qeyûm tayînî ser rastiyan dike. Beriya ku dor bê her kesî divê hemû hêzên muxalif û çapemeniya mûxalif bibe yek, hêz û dengê xwe bike yek û xwe bêtir bi rêxistin bike. Dîvê hemû hêzên muxalif bi hevre têbikoşe.    ‘EM BI ROJNAMEYÊ RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE'    Bozgeyîk, da zanîn ku li Tirkiye hêjmarek pir kêm ya rojnameyên muxalif hene û wiha got: "Berê saziyên wan girtin, niha yên hatin vekirin jî yek bi yek bi riya qeyûmê dixwazin bigirin. Xuya dike ku beriya hilbijartinê dê vê pêkanînê zêde bikin. Em wekî KESK'ê dê bi rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û xebatkarên wê re di nava piştevaniyê de bin.    ‘EM WEKÎ XWÎNERAN VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN'   Xwînerê Rojnameyê Bulent Felekoglu jî anî ziman ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bêhn û dengê hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye ne û wiha got: “Bi taybetî nûnertiya elewiyan dikir. Bi vê pêkanînê xuya dike ku em ber bi yek dengî û yek rengîyê ve diçin. Em bi pergala KHK'ê ber bi pêvajoya ku qedexe û astengî zêdetir dibin ve diçin. Ewil dengê elewiyan TV 10, YOL TV, Hayat TV girtin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Bi vî rengî nameşe. Em wekî elewyan vê yekê pir zelal dibînin. Em wekî xwînerê rojnameyê vê yekê qebûl nakin. Dema em diçin bayîyan û em rojnameyê li bayîyan nabînin bêhna mirov diçike. Lê divê dîsa mirov dest ji têkoşînê bernede. Ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dîsa jîn bibe divê em bêtir têbikoşin."    ‘ROJNAMEYA ME BÛ DENGÊ JINÊ'   Endama Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Asli Yagci jî anî ziman ku hikûmetê yên bi pereyan kirî, bi pereyan kirî û yên hêza wê têr nekir jî vê carê qeyûm tayîn kir û wiha got: "Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi taybetî bû dengê jinan. Wisa difikirin ku qeyûm tayîn bikin dê me bêdeng bikin. Lê dijberî vê yekê em bedeng nabin. Em her yek dê bibin rojnamegerek û çapemeniyek azad. Em dê li her deran rastiyan bêjin. Em bêyî biwestin em dê di rêya azadiyê de meşa xwe berdewam bikin. Çawa ku rojname bû dengê me, em ji dê li rojnameya xwe xwedî derkevin."    MA / Necla Demir