Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene 2017-10-09 11:12:38   KÎLÎS - Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê 3 girtiyên siyasî ji ber îşkenceya fîzîkî û derûnî ya gardiyanan 10 rojin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêderveger kirin e.   Hat zanîn li Girtîgeha Tîpa L Kîlîsê, Mehmet Sînan Ayçîçek, Cemal Muhammet û Agît Adsoy ên di heman qawişê de dimînin, li dijî îşkenceya fîzîkî û derûnî ya gardiyanan ji 27’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya  bêdem û bêdurveger kirin e. Birayê Mehmet Sînan Ayçîçek Mazlum Ayçîçek diyar kir ku birayê wî û du hevalên wî yên di heman qawîşê, li dijî pêkanîne îşkenceyên derûnî û fîzîkî dest bi greva birçîbûnên kirin. Ayçîçek anî ziman ku birayê wî bi rêya telefonê pêkanînên li girtîgehê ji wî re vegutin û wiha  axivî: “Li girtîgehê xerab nêzî girtiyên siyasî dibin.”   GREVA BIRÇÎBÛNÊ REWŞÊ VEDIBÊJE   Ayçîçek, da zanîn ku birayê wî li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: “Di 5’ê Cotmehê de min birayê xwe di dadgehê de dît. Ji ber greva birçîbûnê reng lê nemabû û kîlo dabû. Ji rewşa wî diyar bû îşkence lê kiribûn. Gava dadger tiştek jê dipirsî, baş fam nedikir. Bi zorê li ser piyên xwe disekinî. Dewlet fatureya şerê heyî li girtiyên siyasî dibire. Dema polîs û leşker tên kuştin, gardiyan tên dijûnan ji birayê min û hevalên wî re dikin.”   ÎŞKENCE NE CARA YEKEMÎN E    Ayçîçek, destnîşan kir ku ji bo pêkanîn li ser girtîgehê tên jiyên serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dan û wiha bidawî kir: “Rêveberên komeleyê ji me re gotin îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê ne cara yekemîn e. Dê bûyerê lêkolîn bikin û serî li rayedaran bidin.”