ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-31 09:00:32 *  Îthalatkirina goşt, fiyetên goşt danexist. Cotkar û sewalvanên colemêrgî diyar kirin ku tekane çareserî destekkirina sewalvanan û rakirina qedexeya li ser zozana ye.  * Hêzên HPG û YJA-Starê ku Êzîdîyên Şengalê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê parastin, bi biryara KCK'ê ji herêmê xwe paşve kişandin. Ji 12 rizgarvanê Şengalê Serxwebûn Azadî, diyar kir ku êzîdi bûne xwedî hêz û dikarin xwe biparêzin û ji ber vê yekê erka wan li vir xelas bûye.    * Penaberên ku bi hêviya biçin Ewropayê ji Afxanîstan, Pakîstan û Îranê reviyan berê xwe dan Tirkiyeyê, bi mehane tî û birçî li Otogara Agiriyê dijîn. Penaber li tacirên mirovan ên ku pere dan wan û wan di nîvê rê de hiştin digerin.    * Halîde Aktay ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat berdan, diyar kir ku li nexweşxaneyê muayeneya bi weziyeta kelemçeyî li Pîra Sîsê hatiye ferzkirin û her çend asansor hebûn, dîsa jî çûyîna di nêrdewanan de lê ferzkirine.    * Parêzerê Ocalan, Parêzer Cengîz Çîçek rapora CPT’yê ku piştî 2 salan şûn de daxuyand nirxand. Çîçek, bi lêv kir ku piştî 19 salan tê xwestin ku komplo bi awayekî hîn talûketir bê rojanekirin û got: “Ev rewş careke din nîşan dide ku Girava Îmraliyê ne hiqûqî, di tasarûfa qada siyasiyî de ye.”    * Turan Gunana bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin 45 roj in di rojiya mirinê de ye. Hevalê Gunana yê Lokman Acar ê tahliye bû got: “Rojê 3 caran şerbetê didin û 2 caran jî ava şor didin. Li gel 13 kîlo winda kir jî lê wî moral dida me. Li gel wî halê xwe jî roja xwe vala derbas nedikir.”    * Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî pêl bi pêl zêde dibe. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku desteserkirina rojnameyê rasterast êrîşa li ser mafê agahiyên objektîf ên kedkaran e. Xwînerê rojnameyê Bulent Felekoglu jî diyar kir ku dema mirov rojnameyê li bayîyan nebîne bêhna mirovan diçike.    * Xwendekarê Zanîngeha Ûlûdagê Mehmet B., ku komeke ulkucu êrîşî wî kiribû, diyar kir ku di nav 3 mehan de 7 caran êrîşî xwendekarên kurd kirin û got: "Piştî Serokomar hedef nîşan da, faşîst êrîşî kîjan xwendekarî bikin wan wekî 'terorîst' îlan dikin û bi vî awayî wê neyên cezakirin."    * Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a 81 salî jî di nav de, der barê 9 kesan de bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" doz hat vekirin û tê xwestin ku 15 sal ceza li wan bê birîn. Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen, ji bo li goristana Licê ya ku gora kurê wê jî lê ye nimêj bê kirin û destmêj bê girtin 4 konteyner kirîbûn û şandibûn goristanê.    * Sempozyuma "Ji zanîngehê wêdetir" ya di pêşengiya akademîsyenên KODA de dê li Sendîkaya Birleşik Metal İşê berdewam bike. (10:00)   * Di pêşengiya Baroya Amedê de dê 32 baroyên herêmê li Otela Liv Sutê komxebata zarokan pêk binin. (10.00)    * Rojnameya welat piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat desteserkirin  û êdî tu çapxane deriyê xwe li wan venakin nikare rojnameyê çap bike. Welat ji ber ku çapxaneyan deriyê xwe li wan girtin û rêyên çapê li pêş wan hat girtin, dê li Nûnertiya TGS'ê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ku her meh rapora mehane li Amedê aşkere dike, ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgurlükçu Demokrasî dê rapora xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê aşkere bike. (11:00)    * Çalakiya Dayikên Şemiyê ya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 679'an de li qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00)   * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 477'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan dê li Îzmirê çalakiya “Bila winda bên dîtin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 426’an de li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 314'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   *Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin dê çalakiya xwe di hefteya 78'an de li qada Galatasarayê berdewam bikin. (14.00)