Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê 2018-03-30 22:41:25   AMED – Polîsan dane êvarê avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya Amedê. Du roj berê polîsan li Stenbolê avêtibû ser avahiya navenda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û matbaaya ku lê çap dibû û paşê dewrî qeyûm hatibû kirin. Îro jî dane êvarî polîsan avêtt ser nûnertiya wê ya li Amedê. Dema polîsan avêt ser nûnertiyê li avahiya nûnertiyê ya li Bayramoglûyê kes tune bû. Piştî polîsan girtename girt, ji avahiyê veqetiyan.