Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin 2018-03-30 17:58:20   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmralê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çê bikin serî li serdozgeriyê dabûn. Serlêdana malbatan a 69'emîn hat redkirin.    Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdana malbata Ocalan hat redkirin. Her wiha malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dabûn, lê belê serlêdana wan jî hat redkirin.      Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 69 serlêdanên malbatan hatine redkirin.