Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya 2017-10-09 11:00:02 KOBANÊ - Li Kobanê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan, ji bilî nexweşxane, firen û dermanxane, jiyan rawestiya. Li gorî nûçeya ANHA’yê li bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina 19’emîn Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê  PKK Abdullah Ocalan ku 9‘ê Cotmeha 1998‘an destpêkir û ji Sûriyeyê hat derxistin û herî dawî di 15’ê Sibata 1999‘an de hat girtin, tevgera çûn û hatina di nava bajêr de hat sekinandin. Ji bilî firin, nexweşxene, dermanxane, hemû dikan, dibistan, sazî û dezgeh îro nehatin vekirin. Şêniyên bajêr li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk dê beşdarî meşa şermezarkirinê ya dê ji Kolana 48’an dest pê bike, bibin.   Zêdeyî 100 endamên hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî dê parastina meşê bikin.