Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin! 2018-03-30 14:52:46 AMED – Ji ber zext û gefên li ser çapxaneyan, tekane rojnameya kurdî ya li Tirkiyeyê weşanê dike rojnameya Welat nehat çapkirin. Rojnameya Welat fotokopiyên rûpelan kişand û belav kir. Her wiha Rojnameyê rûpelên rojnameya îro li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.   Li ser çapemeniya kurd a azad û muxalîf gef, zext û astengî zêde dibin. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) gelek sazî û dezgehên çapemeniyê ango rojname, ajans, televîzyon, radyo, kovar û malper di salên 2016 û 2017'an de hatin girtin. Ev ne bes bû niha jî bi tayînkirina qeyûman rojname û çapxaneyan digirin û weşangeriya çapemeniya kurd û muxalîf asteng dikin.    Di 28’ê adarê de polîsan bi ser avahiyên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaya Gun ve yên li Stenbolê girtin û bi destê TMSF’ê qeyûm tayînî rojnameyê kirin û desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûm re rojname weşana wê hat rawestandin û çapa li matbayê jî qedexe kirin. Gelek xebatkarên rojname û matbayê jî hatin binçavkirin û kar û barên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Vatana Stenbolê didome.    ROJNAME NEHAT ÇAPKIRIN!   Piştî Matbaya Gun hat desteserkirin, çapxaneyên heyî yên li metropolên Tirkiye û bajarên herêmê jî ji ber gefên li wan hatine xwarin û zextên heyî rojnameya tekane ya kurdî ku li Tirkiyeyê weşan dike Welat çap nekirin. Ji ber rojnameya Welat nehat çapkirin, îro rojname negihîşt ber destê xwîneran. Li ser vê yekê rojnameya Welat biryar da û rojnemeyê bi awayê fotokopî çap kir û li abone û xwîneran belav kir.    ROJNAME LI SER HESABÊ TWÎTTERÊ RÛPELÊN XWE PARVE KIR   Lîjneya Weşana Rêveberiya Rojnameya Welat li ser hesabê medya civakî Twîtterê têkildarî ne çapkirina rojnameyê daxuyanî da û wiha got: “Şopdar û hevalên hêja; ji ber zext û gefên li ser çapxaneyan Rojnameya Welat îro nehate çapkirin. Em dê rûpelên rojnameyê li ser medya civakî bi we re parve bikin.”    ‘JI ZIMANÊ ME DITIRSIN’    Rojname li ser hesabê xwe yê bi navê @rojnameyawelat1 ê Twîtterê rûpelên rojnameyê parve kir. Rojname îro bi manşeta “Ji zimanê me ditirsin” bi awayekî fotokopî derket û li xwîneran hat belavkirin.    ROJNAMEGER BERTEK NÎŞAN DIDIN   Li aliyê din gelek rojnameger û nivîskaran jî li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî desteserkirina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Matbaya Gun û ne çapkirina rojnameya Welat dan. Rojnamegeran van zextên li ser matba û rojnameyan wek “Demokrasiya pêşketî” pênase kir.    NÛNERÊ TGS’Ê YÊ AMEDÊ: EV YEK DEMOKRASIYA PÊŞKETÎ YE   Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral jî li ser hesabê xwe yên medya civakî daxuyanî da û got: “Qeyûm tayînî Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaya Gun kirin çibû: Matbaxaneyek dê wêrekiyê bike û rojnameya Welat çap bike nayê dîtin. Tekane rojnameya kurdî ya li Tirkiyeyê weşan dike rojnameya Welat îro bi fotokopiyan hat zêdekirin û belavkirin. Demokrasiya pêşketî…”    MA / Bîlal Guldem