31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin 2018-03-30 14:42:53   EDENE - Li Edeneyê, polîsan serê sibê di ser gelek malan de girt, nûçegihana Jinnewsê Fîlîz Zeyrek jî dinavê de 31 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku dinava kesên hatin binçavkirin de 5 jê DAIŞ’î hene.    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Edenê de, li stenbol, Isparta, Mêrsîn, Osmanî û Mêrdînê li 42 adresên cûda polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinê de 31 kes hatin binçavkirin. Dinava kesên hatin binçavkirin de nûçegihana Jinnewsê Fîlîz Zeyrek, welatiya bi navê Berfîn Ergun, zarokek, 3 jin û 5 DAIŞ’î hene. 31 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Li ser navê rêxistinê sûc kirin, ji rêxistinê re eleman qezenc kirin û beşdarî çalakiyên der qanûnî bûyîn” tên sûcdar kirin. Hat diyar kirin ku di operasyonê de 5 DAIŞ jî hatin binçavkirin. Ji bo kesên binçavkirî qedeya 24 saetan danîn ser hevdîtina bi parêzeran re. Hat zanîn ku biryara binçavkirina gelek kesan heye.    Polîsan kesên binçav kirin, birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê.