YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me 2018-03-30 12:58:21 STENBOL - Jina Demokrat a Nû, bertek nîşanî mirina xwendekara hiqûqê Alara Karademîr a di odeya Hîndekar Hasan Atilla Gungor ê ji ser hişê xwe çûyî hat dîtin da û got: “Ger Alara bijiya dê bibûya dê jin biparastina û bibûya dengê me.” Jina Demokrat a Nû (YDK), derbarê xwendekara hiqûqê Alara Karademîr a di odeya Hîndekar Hasan Atîlla Gungor de ji ser hişê xwe çûyî hat dîtin û piştî bi rojan di beşa lezgîn de ma û şûn de jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand. YDK’ê di daxuyaniya  xwe de, bertek nîşanî serbest berdana Hîndekar Hasan Atîlla Gurgor da û wiha got: “Gungor di dadgehê de got ‘xwe kir serşoyê û derî ser xwe girt. Min nekarî derî vekim û xwe întîhar kir.’ Dûre hat zanîn ku deriyê serşoyê ji derve de jî tê vekirin.”   ‘GER BIJIYA DÊ BIBÛYA DENGÊ ME’   YDK’ê di daxuyaniya xwe de cih da gotinên xalê Alara Karademîr Gencer Gunduz jî û wiha bi dawî kir: “Xalê Karademîr Gencer Gunduz piştî bûyerê got ku ‘Dibêjin xwe kiriye serşoyê û întîhar kiriye. Ez çûm min serşo dît. Cihek biçûk bû. Tu şopa perpitîn û pevçûnê tune bû. Serşok ji malzemeyên baş hatibû çêkirin. Ji xwe ji banê wê jî pir bilind nebû.’ Xeyalên Alara jî mîna yên Ozgecan hebûn. Ger Alara bijiya dê mafê jinan biparasta. Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me. Niha dem dema ku em bibbin dengê Alara. Tundiya zilam li her derê ye. Li dijî tundiya zilam  werin em bibin degnê Alara.”