Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome 2018-03-30 10:49:04 MÊRDÎN – Qeyûmên ku heya niha tabelayên navên siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd lê hatibûn nivîsandin rakirin, piştre peykerên ji bo bîranîna Ugur Kaymaz, Roboskî, Ehmedê Xanî û Orhan Dogan hatibûn çêkirin xera kirin. Niha jî bîrdara Newrozê ya li Nisêbînê hilweşand.  Qeyûmên bi KHK’ê hatin ser şaredariyên ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dengek bilind hatibûn bidestxistin, ji bo ku bîra civakî ji holê rakirin navên parkan diguherînin û bîrdaran hildiweşînin. Qeyûman heya niha peykerên ji bo bîranîna Filozofê Kurd Ehmedê Xanî, siyasetmedar Orhan Dogan, Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hatibû kuştin û Roboskiyê hatibûn çêkirin hilweşandin. Herî dawîn jî bîrdara Newrozê ya Nisêbînê ku ji bo 16 kesên di pîrozbahiya 1992’an de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû çêkirin hat hilweşandin.    TAHIR ELÇI, MEHMED UZUN, CEGERXWÎN, CEYLAN ONKOL…   Ji xeynî guhertina navên kurdî, suryanî û ermenî, navên gelek şexsên wek Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, Ceylan Onkol, Leyla Qasim, Medenî Yildirim, Elî Temel, Mehmet Uzun û helbestvan Cegerxwîn yên ji bo gelê Kurd bûne sembol û tabelayan de hatibûn bicihkirin jî ji aliyê qayyûman hatin guhertin.    Hin birdarên ji aliyê qeyûman hatine hilweşandin jî ev in:    “ * Bîrdara ji bo 34 sivîlên li Roboskiyê di encama bombebaranana balafirên şer hatibûn qetilkirin li navçeya Rêzan a Amedê hatibû çêkirin ji aliyê qayyûm hat rakirin.    * Qeyûmê Cizîrê, bîrdara siyasetmedarê navdar ê kurd Orhan Dogan di 25’ê Sibata 207’an de da rakirin.     * Abideyên dîroka Merwaniyan vedigot ji aliyê qayyûmê Yenişehira Amedê hat rakirin.    * Qeyûmê Bazîda Agiriyê birdara wêjevanê navdar Ehmedê Xanî da rakirin û piştî daxuyaniya “şaşitî çêbû” jî birdar danenî cih.   * Tabelaya Mehmet Uzun ê li navçeya Yenişehira Amedê hat guhertin û abideya li ser sirûda Hilbe Agirî dinivîsand jî hat rakirin.    * Li hember abideya helbestvanê kurd Ahmed Arif êrîş pêk hat û piştre abide ji binî ve hat rakirin.    * Bi fermana Qeyûmê Qosera Mêrdînê, peykera Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan bi bavê xwe re hatibû qetilkirin hat rakirin. Li cihê peykerê kuleya saetê hat çêkirin. Her wiha peykera ji bo Kaymaz li navçeya Sûrê hatibû çêkirin jî hat rakirin.    * Herî dawîn li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, bi fermana qeyûm bîrdara Newrozê ku ji bo 16 kesên di pîrozbahiyên sala 1992’an de hatibû kuştin hat rakirin.