Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin 2018-03-30 10:34:18 STENBOL - Bertekên li dijî dest danîn ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun zêde dibine.  AGÎT’ê bangî hikûmeta AKP’ê kir ku rêzê bide serbixwetiya rojnamegertiyê. Di daxuyaniya 17 saziyên navneteweyî de wiha hat  gotin: “Demildest xebatkarên rojnamê û çapxaneyê berdin. Mafên rojnamê û çapxanê yên anînî bidin xwedî wan.”  Rêxistinên pişeyî yên Tirkiye û derveyî welat, saziyên azadiya çapemeniyê û AGÎT’ê bertek nîşanî deste serkirina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun dan. Nûnerê Azadiya Çapemeniyê ya AGÎT Harlêm Desîr, di daxuyaniya xîtabî Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu kir de wiha got: “Divê xebatkarên rojnamê û çapxaneyê bên berdan û rêzê bidin serbixwetiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî.”    17 SAZINA DAXUYANIYEK HEVPAR DAN   Enstutya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN Internatîonal), Rojnamegêrn Sînoran Nasnakin (RSF), Federasyona Rojnamegeên Ewropa (EFJ), 19 Artîcle, Index on Censorshîp û  17 saziyên cûda di daxuyaniyên dan de, wiha gotin: “Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku xebatkarên rojnamê û çapxaneyê demildest serbest berdin. Divê rayedar mafê rojnamê û ofîsên wan ên qanûnî paşve bide wan û di heman demê de rêzê bide serbixwetiya rojnameya Ozgurlukçû Demokrasî û Çapxaneya Gun.”