'Sedema şewatê panoya ceryanê ye' 2017-10-09 10:46:14 AMED – Hat diyarkirin ku şewata li Nexweşxaneya Zarok û Welidandinê ya Jinan a Amedê de derketiye, ji ber panoya ceryanê ye. Nexweşxane îro pêde serlêdana qebûl dike. Yekitiya Hekîmên Cemaweriyê der barê şewata duh li Nexweşxaneya Zarok û Welidandinê ya Jinan a Amedê de derketibû daxuyanî da, hat gotin ku şewat ji ber panoya ceryanê derketiye û pişî têl li hev dikevin şewat li avahiyê belav dibe. Li gorî daxuyaniya hekîman, şewat di beşa pêvekî ya nexweşxaneya Kîlînîka Welidandinê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û di qata duyemîn de derketiye û ev tişt hat gotin: "Şewan ber kabloyan derketiye. Şewata ku derketiye berî ku belav bibe hatiye vemirandin. Lê ji ber ku dûkel zêde li avahiyê belav bûye, xebatên hewa standinê hatine destpêkirin. Li nexweşxaneyê 235 nexweş dihatin dermankirin. Lê ji ber şewatê tu zarok û dayikan zerar nedîtiye."   Wekîlê Walî Ahmet Nacî Helvaci duh êvarê der barê bûyerê de daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku di bûyerê de xesareke cidî derneketiye holê, dê îro careke din selêdanên nexweşan qebûl bikin.