'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e' 2018-03-30 09:33:47 AMED - Sînemager û derhêner Halîl Uysal (Dag) yê berê kameraya xwe da çiyê, di demek kurd de 6 film kişandin û di sinemaya kurd de cihekî taybet girt. Sînemager Ardin Dîren, diyar kir ku di sînemayê de cihê fîlmên Uysal, cihekî taybet e û wiha got: "Halil Dag, ji bo sînemaya kurd Stêrka Bakur e." Li Almanyayê Halîl Uysal li Kurdistanê Xelîl Dag bi fîlmên xwe û sekna xwe bû pêşengê sînema û hunera kurdî. Dag li çiyayan dixwest ligel gerîlatiyê hunera azad pêş bixe. Dag beriya 10 salan ango di 1’ê Nîsana 2008’an de jiyana xwe ji dest da. Dag beriya ku jiyana xwe ji dest bide wiha gotibû: “Doza min ew e ku ez behsa gerîlayan bikim.” Xelîl Dag gerîla, derhêner û wênekêş bû. Berî demekê gelê Kurd Xelîlê xwe yê ku evîndarê Kurd û Kurdistanê bû di qeydên wî yên vîdyoyê de bi wê kena wî ya geş di ser ekranên Stêrk TV’ê de di bernameyna taybet a ‘Lênûska Botan’ de dîtin. Xelîlê di wê bernameya taybet de ku xuya dike di meşa xwe ya ji Botanê ber Agiriyê ve kişandiye kameraya xwe de bi çavên tijî bawerî û wêrek li çiyayan bi komeke gerîlayan re dimeşe. Xelîl Dag di sala 1973’yan de li Almanyayê ji dayik bû. Piştî ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd nas kir bi demeke kurt, bû Xelîl Dag, bi gotineke din Xelîl Çiya û jiyana wî bi temamî hat guhertin. Ji ber ku bavê wî ji Îzmîrê û dayika wî jî ji Agiriyê ye, vê yekê hişt ku Xelîl ji cudabûnê hez bike. Eger wî Kurd nas nekirana dê aliyekî Xelîl kêm mabûya. Di sala 1995’an de di damzerandina yekemîn televîzyona Kurdî li Ewropayê Med Tv de, cihê xwe girt. Dema ku hîs kir ew ê bi vî awayî tam nikaribe Tevgera Azadiya Gelê Kurd fêm bike, berê xwe da Rojhilata Navîn ango çiyayan. Di sala 1995’an ji bo hevdîtinekê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike, çû Şamê. Piştî vê hevdîtinê, mîna ku ew jî dibêje, Xelîl ji rojên vejîna gelekî re şahidî kir. Di nivîseke xwe de, Xelîl wiha behsa tiştên ji çiyayên Kurdistanê fêr bûye dike: “Min, tenê bedena xwe anî çiyê. Lê min gelek tişt ji çiyayan wergirtin. Ez li çiyê mezin bûm. Ne wekî temaşevanekî. Min bi her awayî di nava jiyana çiyê de cihê xwe girt.”   LI VAN ÇIYAYAN GELEK TIŞTÊN BALKÊŞ HENE'   Ji bo Xelîl kişandina wêneyên gerîlayekî devliken, serketinek bû. Jixwe wî jî wiha gotibû: “Ez bawer im ku li van çiyayan gelek tiştên balkêş hene.” Ji bo van dîmen û bûyerên balkêş ragihîne, kişandina wêneyan ji bo wî xeyalek bû. Xelîl bi vê xebata xwe baş dizanibû, ku ji jiyana wan kesên ciwan, tenê dê ew wêne bimînin. Xelîl tenê bi kişandina wêneyan bi sînor nema, dixwest vê yekê bi riya sînemayê jî, bi mirovahiyê bide naskirin. Bi vê xwestekê re xeyalên xwe jî pratîze kirin û bi kameraya xwe li çiyayên Kurdistanê dest bi çêkirina fîlmên rasteqîn kir.   MEŞA BER BI ÇIYAYÊ AGIRIYÊ VE EW GELEK KELECAN DIKIR   Pêşxistina xebatên sînemayê li çiya, dibe ku ji bo gelek kesan xeyal be, lê Xelîl ev yek hem dijiya û hem jî, pêk dianî. Fîlmên ku bi milyonan Dolarî tên amadekirin, Xelîl bi xwêdana keda eniya xwe temam kirin, ne tenê yek, tam derhêneriya 6 fîlman kir. Tîrêj, Neynika Bejnê, Nepeniya Rûyên me, Demên Jin ji wan hez dike, Hêstirên Zapê û herî dawî jî, Bêrîtan. Xelîl bi fîlmê Bêrîtan, berxwedana jinên Kurd nîşanî tevahiya mirovahiyê da. Klîbên gerîlayan ku îro ji aliyê milyonan kesî ve tê temaşekirin jî, berhemên Xelîl in. Xelîl rê li ber Delîla vekir ku wî dengê xwe yê xweş bigihîne hemû Kurdan. Xelîl her tim di jiyana xwe de, hewl dide kêmasiyekê temam bike. Xelîl ji bo xebata belgefîlmekî ku behsa ‘Meşa ber bi Çiyayê Agiriyê ve’ bide destpêkirin, berê xwe da bakurê Kurdistanê. Dema belgefîlma ‘Meşa Ber Bi Agiriyê Ve’ amade dikir jiyana xwe ji dest da.    Xelîl wiha behsa heyecana wê rêwîtiya xwe dikir: “Dema ku ez difikirim ez ê belgefîlma bi navê ‘Meşa Ber Bi Çiyayê Agiriyê ve’ temam bikim, gelekî bi heyecan dibim. Li vê herêmê şerên dijwar diqewimin, gelo ez ê karibim xebata xwe bi serkeftî temam bikim, ez vê yekê nizanim. Lê qet nebe, ez ê jî wekî wan moriyên ber bi Kabeyê ve dimeşin, di wê riyê de bimirim.”   MEŞA XELÎL DIDOME    Li rawestgeha yekemîn a Xelîl, li herêma Botanê, 1’ê Nîsanê tevî 3 hevalên xwe, di encama êrîşa artêşa tirk de, jiyana xwe ji dest da. Xelîlê çiyayan digot; “Li şûna ku ez li kêlekê bisekinim, pêwîst e ez li navenda şer bim.” Xelîl dê tu carî ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve neyê jibîrkirin. Dibe ku Xelîl jiyana xwe ji dest dabe, lê wî bi dehan klîp, gotar, gelek wêne û 6 fîlm li pey xwe hiştin. Nivîsên Xelîl ên mayî jî, piştî jiyana xwe ji dest da, hatin berhevkirin û wekî pirtûk hatin weşandin. Hevalên Xelîl jî, xwedî li mîrateya wî derketin û xebatên wî di bin navê ‘Sînemaya Çiya’ de didomînin.    'KESAYETIYA WÎ LI ÇIYÊ XURT BÛ'   Sînemager Ardin Diren bi minasebeta salvegera Halîl Dag li ser sînemageriya Dag axivî. Diren, anî ziman ku di sala 1995'an de ji Ewropa ber bi Çiyayê Kurdistanê ve ber bi rewîtiyê dike û wiha got: "Di serî de nasnameya wî ya sînemayê pir pêş neketibû. Dema çû çiyê weki rojnameger dest pê kir. Pişt re li çiyê nasnameya wî ya sînemageriyê pêş ket. Wî jî got: "Kesayetiya min li çiyê rûnişt û pêş ket. Li wir berxwedan û îxanet bi hev re dît. Di nava herdu rastiyan de jiya. Wekî şervanekî û sinemavanekî çavdêrî kir. Vê rastiyê dixe kadrajê û nemir dike. Diyar dike ku Çiya ji bo kurdan pir girîng e û bingeha jiyanê ye û pişt re paşnavê xwe dike çiya. Dîsa diyar dike ku çiya ji bo kurdan bingeha jiyan û berxwedanê ye.    'RÊWÎTIYA AWARTE YA XWEZAYÊ DIKÊŞE KAMERAYÊ'    Diren, anî ziman ku di rojnivîsk û bîranînên xwe de behsa rêwîtiyê dike û wiha dibêje: "Kurd yekem car bi çiya re têkoşîna azadiyê nas dikin. Bi vê têkoşînê rêyekê ji xwe re dibînin. Ji ber ve yekê rê û çiya dide ber hev. Piştî demekê jiyana gerîlla dike fîlm û nemir dike. Hem rojnameger û hem jî sînemager e. Rastiya çiyê û jiyanê dike yek. Bi tena serê xwe nake. lê pêşengiyê dike."    FÎLMÊ HERÎ ZÊDE HAT TEMAŞEKIRIN BÊRÎTAN BÛ   Diren, anî ziman ku Dag di fîlmên sinemaya kurd de cihekî pir taybet digire û di nava fîlmê wî de yê herî zêde hat temaşekirin fîlma Beritan bû. Nêzî 2 milyon kesan ev fîlm temaşe kir. Halil Dag, ji bo vî fîlmî dibêje "Ev fîlmê gerîlla ye. Di fîlmê gerîlla de tarza jiyana wî heye. Divê ev rasti jî bê zanîn." Halil li wan çiyan bi evîna azadî û zanebûnê tev digere. Dixwaze vê rastiyê bigîne gel."    NÛNERÊ RASTÎN Ê SÎNEMAYÊ YE   Diren, da zanîn ku di cîhanê de gelek kesan pêşengî ji sînemayê re kiriye, lê di cîhanê de nûnere rastîn ê sinemayê Dag e. Dag li çiya sinemayek cuda pêş xistiye. Di tevgera gerilla te tiştekî nû ava kir. Dag bi mînak û berhemên xwe ne tenê di sinemaya kurd de di sînemaya cîhanê de mînakek bi tenê ye."    WEKÎ ARKEOLOGAN E   Diren, anî ziman ku dema tenê mirov bi fîlmê Beritan bigide dest jî hem çand û hem jî dîroka kurdan vegotiye û wekî arkeologekî dirak û çanda kurdan ronî kiriye û wiha got: "Yilmaz Guney dibêje 'Hunermendê gel şervanê gel e' Halîl Dag ev gotin xistiye meriyetê. Ji bo kurdan pêşengiya sinemayê kiriye. Halil Dag ji bo me û sînemaya kurdî Stêrka Bakur e. Rê nîşanî me dide."    MA / Dicle Müftüoğlu