Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin 2018-03-30 09:32:20 STENBOL - Nivîskar û xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û desteserkirina rojname û çapxaneyê dan û diyar kirin ku ji ber wan rastiya Efrînê nivîsand bûn hedef û wiha gotin: "Em dê her dem rastiyan binivîsin. Ji ber ku wijdanê me fermanê dide ku em rastiyan binivîsin. Em dê dîsa nivîsandina rastiyan berdewam bikin."  Polîsan li Stenbolê, di şeva navbera 27-28’ê Adarê de bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de girtin û TMSF’ê dest danî ser herdu saziyan. Hem dest danî ser mal û milkên saziyên çapemeniyê û hem jî xebatkarên rojnamê û çapxaneyê binçav kirin. Polîsan di serdegirtina saziyan û malên xebatkarên çapemeniyê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Matbaya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên matbaayê Erdogan Zamûr, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî, Îrfan Karaca, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazim Goçer, Necatî Hizarci, Mahmut Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demî û du kesên paşnavên wan nehatin hînbûn Îsmaîl û Muhammet binçav kirin.  Dorpêç û desteserkirina Navenda Rojnameyê û Çapxaneyê berdewam dike.    Têkildarî desteserkirina Rojname û çapxaneyê de xebatkar û edîtorên rojnameyê diyar kirin ku ji ber wan rastiya Efrînê nivîsandiye û tawîz ji rastiyan nedane bûne hedef. Xebatkaran diyar kir ku ew dê nivîsandin rastiyan berdewam bikin û tawîzan ji rastiyan nadin. Xebatkaran anîn ziman ku ew guh didin dengê wijdanê xwe û wijdanê wan çi fermanê bide wan dê wê bikin.    Nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Yusuf Gursucu, diyar kir ku di nava rojnameyên Tirkiyeyê de cihê rojnameya wan pir taybet û girîng bû û wiha got: "Sedema vê yekê ji rastî u bêalîbûna xwe tu carî tawîz neda. Mînak hefteya borî Koma Medya ya Dogan firotin Holdînga Demiroren. Ew jî kirin perçeyek medya hawizê. Li vir dixwazin yekdengî û yekrengîyê ava bikin. Dixwazin her tiştî têxin kontrola xwe. Dixwazin rastiyan veşêrin. Di demên berê dejî wisa kirin. Lê niha ev yek zêde bûye. Sedema van êrişan jî rastiya Efrînê ye. Ji ber Ozgurlukçu Demokrasî di pêvajoya Efrînê de performansek baş nîşan da. Rastiya ku kesî nezanîbû nivîsand. Gelek rastî di rojnameya me de bi raya giştî re hatin parvekirin. Van rastiyên ku di rojnameya me de hatin weşandin îktîdar gelek bêzar kir. Ji ber vê yekê îktîdarê em kirin hedef. Çi dibe bila bibe em dê her dem rastiyan bigînin civakê û gel. Duh tu çapemeniyê behsa tayînkirina qeyûmê ya ser çapemeniya kurd neda. Ev nîşan dide ku çapemeniya hawiz wekî nanê sêlê ye. Lê çi dibe bila bibe em dê di her şert û mercan de rastiyan binivîsin."    ‘DEMA ZELALIYÊ YE   Gursucu, da zanîn ku divê êdî saziyên çapemeniyê xwe zelal bikin û wiha got: "Saziyên çapemeniyê an divê helwesta xwe li hemberî hikûmetê nîşan bidin an jî divê li hemberî gel nîşan bidin. Yên li tenişta dewletê cih bigirin têde ne dê bibin banoya reklaman. Dê rastiyan ji gel veşêrin. Lê yên aliyê gel dê her dem tawîzan ji rastiyan nedin."    ‘NAVÊ VÊ YEKÊ ROJNAMEGERÎ YE'    Nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ender Ondeş jî anî ziman ku ew karê ku rastiyan bi raya giştî re parve bikin dikin û wiha got: "30 salin em vî karî dikin û bedelên wê hene. Em bedelê vê yekê didin û dikin. Di mijara Efrînê de dewletê nedixwest em rastiyan binivîsin. Lê me cih da gotinên welatiyên Efrînê û rastiya li wir bi raya giştî re parve kir. Em karê rojnamegeriyê dikin. Rastî çibe em wê rastiyê dinivîsin. Em li gorî rêgezên rojnameya gerdûnî dinivîsin."    WIJDANÊ ME FERMANÊ DIDE ME'    Ondeş, da zanîn ku ew li gorî fermana wijdanê xwe dinivisin û wiha berdewam kir: “Piştî Koma Medya ya Dogan hat firotin, derket holê ku dibêje 'Ji bilî min divê kes ne axive. Divê tu kes nenivîse. Tenê tişta min got divê bê nivîsandin. Di mehekê de bi hezaran deqîqe axaftina wî hatiye dayîn. Dixwaze tenê axaftina wî bê nivîsandin, xwendin û guhdarkirin. Lê rastî tenê bi gotina wî ne bi sînor e. Ji bilî axaftinên wî rastiyên din jî hene. Divê ev rastî jî bi gel û civakê re bê parvekirin. Pere dikare her tiştî bikire. Lê nikare wijdan bikire. Pere nikare me bikire. Ji ber ku nikare me bikere me bêdeng dike. Dîrok her tiştî fêrî mirovan dike. Di serdema Hîtler de jî belavok veşarî dihatin belavkirin. Îro em hene û em dê her dem rastiyan bi mirovan re parve bikin. Em dê li gorî wijdanê xwe tev bigerin."    ‘DI SERÎ DE DIXWAZIN ÇAPEMENIYA KURDÎ BÊDENG BIKIN'   Ondeş, da zanîn ku yê herî zêde hikûmet û îktîdarê dixe zorê û bêzar dike ew in û wiha lê zêde kir: "Divê em bê refleks nemînin. Divê em li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Berî her tiştî mudaxaleyî çapemeniya kurdî dikin. Niha Rojnameya Cumhuriyetê li dijî îktîdara siyasî li ber xwe dide. Çawa ku pirsgirêka kurd pirsgirêka bingehîn e. Pirsgirêka çapemeniya kurdî jî pirsgirêka bingehîn e. Ev helwesta hikûmetê kampanya hilbijartina herî bi xwîn e. Di vê pêvajoyê de kesên ku bêdeng bimînin nikarin xwe xelas bikin."    ‘EM DÊ DÎSA BÊN '    Ondeş, destnîşan kir ku vê rojnameyê gelek bedel dane û bi van bedelan li ser piyan maye û wiah got: "Ji mirovên 70 salî heta zarokên biçûk bedel dan. Zarokên 15 salî kuştin. Lê bila her kes baş zanibe em dê dîsa bên. Teqez em dê vî qilaçî derbas bikin."   KOLAN BI KOLAN EM DÊ BIGERIN'   Editorê Ozgurlukçu Demokrasî Ruken Tuncel jî anî ziman ku ji ber nasname û sekna wan ew bûn hedefa îktîdarê û wiha got: “Rojnamegerî li cem îktîdarê nabe. Divê her dem karibe rexne bike. Em li gorî rêgezên rojnamegeriyê xebatê dikin û ji ber vê yekê em dibin hedef. Divê di vê pêvajoyêde medya muxalif bêtir dengê xwe bilind bike. Ger ku di vê pêvajoyê de gav paşve bê avêtin, de dor bê her kesî. Em dê karê rojnamegeriyê berdewam bikin. Ger ku pêwist be em dê bi girseya xwe re kolan bi kolan bigerin û rastiyan li kolan û taxan ji gelê xwe re bêjin. Em dê bi her awayî rastiyan ji gel re bêjin."    ‘ÎKTÎDAR DÊ BIXWAZE MEDYA BÊ NEFES BIHÊLE'    Rojnameger Mehveş Evîn jî diyar kir ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî her dem bi astengiyan re şer kir û wiha got: "Her dem rastî zext û astengiyan hat û her dem bi wan re di nava Têkoşînekê de bû. Şev nivê şevê polîs bi ser saziyê de bigire û qeyûm tayîn bike, ev nişan dide ku me bendek din derbas kiriye. Koma Dogan firotin Demîroren a ji sedî sed di kontrola Qesrê de. Ji niha û şûnde RTUK dê mudaxaleyî weşana înternetê bike. Ev operasyon ji wan ne serbixwe ye. Îktîdar dê bixwaze medyayê bê nefes bihêle. Beriya hilbijartinê dê bixwaze dengê cuda qut bike. Ji ber ku pir ditirsin ku winda bikin."    MA / Muhammet Doğru – Bilal Seçkin