Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na! 2018-03-30 09:30:11 ENQERE – Der barê DAIŞ’a ku li Tirkiyeyê û cîhanê ku gelek komkujî pêk anîn de, gelek pirsên ku dê kengî wekî rêxistina terorî bê îlankirin ji hikûmetê hatin pirsîn. Lê belê hemû pirs bê bersiv hatin hiştin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de, li hemberî komeleyeke ku hat diyarkirin a DAIŞ’ê ye operasyonek pêk hat û di operasyonê de 12 kes hatin binçavkirin û di komeleyê de gelek çek hatin dîtin. Li ser vê careke din pirsa “Dê Tirkiye kengî DAIŞ’ê wekî rêxistina terorî qebûl bike” ket rojevê.   DAIŞ’a ku di 5’ê Hezîranê de li Amedê, li Enqere, Pirsûs û Reînayê û gelek deverên din komkujî pêk anîn, ji gelek deverên Sûriye û Iraqê vekişiya. Lê belê li nav welat hîn jî operasyonên der barê vê rêxistinê de pêk tên. Di operayonên li Kocaeliyê pêk hatin de, tevî çekên xwe 12 kes hatin binçavkirin. PIştî vê bûyerê têkildarî DAIŞ’ê gelek pêşniyazpirs hatin berpêşkirin, lê ev pirs nehatine bersivandin. Piştî Parlementerê CHP’ê yê Îzmîrê Mûrat Bakan têkildarî heman mijarê pêşniyaznameyek lêkolîniyî berpêş kir, careke din ev mijar ket rojevê.    Têkildarî mijarê Bakan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî. Bakan, bang li Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman kir û got: “Polîs operasyonan didomîne, lê belê hîn jî hûn aşkere nakin wê wê DAIŞ kengî bi awayekî fermî wekî rêxistina terorî bê îlankirin û hûn pêşiya lêkolînkirinê venakin.”    ‘BERSIV NAYÊ DAYÎN’    Bakan, bi bîr xist ku di pêvajoya Rewşa Awarte de hezar û 412 komele û 139 weqf hatine girtin û got: “Lê komeleyên ku ji bo DAIŞ’ê milîtanan amade dike û wekî biryargehê tên bikaranîn hîn jî çalak in. Hem di raporên MÎT’ê de hem jî di îdianameyan de navê hin komeleyan derbas dibin û îdiayên ku ev komele milîtanan ji bo DAIŞ’ê amade dikin cih digirin. Heta bersûcên DAIŞ’î li eywanên dadgehan têkiliya xwe ya bi van komeleyan re bi dengekî bilind tînin ziman. Lê têkildarî van komeleyan îktîdar çi dike? Me gelek caran pirsî, lê bersiv nayê dayîn.”    ‘DI ROJNAMEYA FERMÎ DE NEHAT DAXUYANDIN’    Tevî wekîlên CHP’î Bakan û Sezgîn Tanrikûlû gelek kes, pêşniyazname berpêş kiribûn ku serokwezîr wê demê Ahmet Davûtoglû “Di meha Cotmeha 2013’an de Tirkiye DAIŞ’ê wekî rêxistina terorî îlan kir.” Di pêşniyazpirsên bi daxwaza ku Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bibersivîne hatin berpêşkirin de hat gotin ku di hejmarên Rojnameya Fermî yên Cotmeha 2013’an de nehatiye diyarkirin ku DAIŞ rêxistina terorî ye û wê wê ev rêxistin kengî wekî “rêxistina terorî” bê qebûlkirin.    Herî dawî Bakan di meha Kanûnê de pêşniyazpirs berpêşî Serokwezîr Yildirim kiribû ku dê kengî DAIŞ wekî “rêxistina terorî” bê îlankirin, lê belê ev pêşniyazpirs jî bê bersiv ma.    KILIÇDAROGLÛ JÎ HEMAN PIRS PIRSÎ BÛ    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî di axaftineke xwe ya 2016’an de ji hikûmetê pirsî bû ku dê DAIŞ’ê wekî rêxistina terorî bê îlankirin û diyar kiribû ku herkes li benda vê bersiva vê pirsê ye.    Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî, di axaftineke xwe ya 10’ê Sibatê de daxuyandibû ku di girtîgehan de hezar û 384 DAIŞ’î girtîne.    MA / Hayri Demir