Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma! 2018-03-30 09:28:27 ÎZMÎR – Li Îzmîrê, Fîlîz Adiyaman dema xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibe, rengên kesk û zor û zer wekî hincet hatin nîşandan û hat binçavkirin. Derket holê ku tevî kurê xwe Agîtê sal û nîvî hefteyekê di nezaretxaneyê de hatiye hiştin. Adiyaman bi lêv kir ku tevî kurê xwe yê biçûk di warê derûnî de hatine îşkencekirin.  Di 21’ê Adarê de di pîrozbahiya Newrozê ya li Gundogdûya Îzmîrê hat pîrozkirin de ji 60’î zêdetir kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî Filîz Adiyaman bû. Derket holê ku Adiyaman tevî kurê xwe Agît ê sal û nîvî 7 rojan di nezaretxaneyê de hatiye girtin. Piştî îfadeya li dozgeriya li Edliyeya Îzmîrê Dadweriya Ceza ya Sulhê Adiyamanê bi şertê venêrîna edlî berda.    Adiyaman, diyar kir ku dema tevî kurê xwe xwestiye tev li pîrozbahiya Newrozê bibe, flamaya kesk û sor û zer wekî hincet hatiye nîşandan û hatiye binçavkirin. Adiyaman got ew hatine derbkirin jî.    Adiyaman destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de kurê wê Agît tirsiyaye û got polîsan jê re gotiye: “Ev reng ên terorîstan e.” Adiyaman, bi lêv kir ku di dema binçavkirinê de polîsan heqaret li wan kiriye û got polîsan gotiye: “Zarokê te heye ji bo çi tu tev li çalakiya terorîstan dibî.” Adiyaman, destnîşan kir ku dema wê gotiye çi dibe bila bibe ew ê Newrozê pîroz bikin û piştî vê careke din polîs nepeyivîne.    ‘POLÎS BI SER DE QÎRIYAN’   Adiyaman, bi lêv kir ku tevî kurê xwe bi rojan di nezaretxaneyê di warê derûnî de hatine îşkencekirin. Adiyaman anî ziman ku ew nêzî 30 jin di qadeke 30 metrekareyî de hatine girtin û polîsan tim gef li wan dixwar. Adiyaman bi lêv kir ku polîsan gotiye “Eger hûn li zarokên xwe difikirin, nexwe hûn ê neçin cihên wisa” û bi ser Agît de qîriyane. Adiyaman, anî ziman ku ji ber şert û mercên nezaretxaneyê atêşê Agît derketiye û 7 rojan bi awayekî baş kurê xwe xwedî nekiriye. Adiyaman got: “Atêşê kurê min zêde bû û min derman ji hevjînê xwe xwestin. Di roja dawî de rewşa Agît nebaş bû. Digiriya, mine w da bavê wî. Lê belê ji ber ku kurê min li cem bavê xwe nesekinî, dîsa ew anîn cem min.”    ‘DI NEZARETXANEYÊ DE ATÊŞÊ WÎ ZÊDE BÛ’   Adiyaman destnîşan kir ku dema Agîr qîrîniya polîsan dibihîst pir ditirsiya û ji ber şert û mercên nebaş ê nezaretxaneyê atêşê kurê wê zêde bûye. Adiyaman bi lêv kir ku ji ber xwarinên nebaş ên dianîn nezaretxaneyê Agît baş nehatiye xweyîkirin. Adiyaman diyar kir ku ew van tiştên hatine serê wan qebûl nakin. Adiyaman, anî ziman ku dema wê kurê xwe daye hevjînê xwe bi kurdî axviye, lê belê ji ber vê polîsan gotiye “te qenciya me bin pê kir.” Adiyaman destnîşan kir ku dema wê gotiye zimanê wê yê dayikê bi kurdî ye, polîsan bi ser de qîriyane û kurê wê bûye şahide van tiştan hemûyan. Adiyaman desnîşan kir ku Agît ji niha ve dema polîsan dibîne xwe davêje hemêza wê û got: “Zarokê min zaf hat mexdûrkirin. Derûniya wî xerabû. Dema me tiştek dixwest, polîsan tim digot ‘li derî nedin, tiştekî nexwazin.’” -   ‘EM Ê LI MALÊN XWE RÛNENÊN’    Adiyaman destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinên derûnî jî ew ê qethiyen li malên xwe rûnenên û tim bitêkoşin. Adiyaman got: “Min xwest bi rengên xwe biçim Newrozê. Eger piştî Newrozê ev tişt bihatanan serê min ez ê li ber neketama. Lê neçûna min a wê qadê ez xemgîn kirim. Em kurd in, em hene. Ji roja ku ez hatime dinê ev reng hebûne. Çi dibe bila bibe, em ê xwedî li ciwanên xwe, jinên xwe û gelê xwe derkevin. Li hemberî çewisandinan liberxwedayîn xweş e. Tevî zarokê xwe mayîna min a di nezaretxaneyê de zehmet bû, lê me li ber xwe da. Serê me bilind bû. Divê ji niha û pê ve hemû dayik tevî zarokên xwe bêtirs li ber xwe bidin.”    MA / Rûken Demir