Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn 2018-03-30 09:01:22 SÊRT - Li Navçeya Dihê ya Sêrtê endamên PKK’ê li dijî leşker û cerdevanên derketin operasyonê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de herî kêm 6 leşker û cerdevan hatin kuştin 4 cerdevan û 3 leşker jî birindar bûn.  Li gorî agahiyên hatin bi destxistin li Navçeya Dihêya Sêrtê endamên PKK’ê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de herî kêm 6 cerdevan hatin kuştin û 4 cerdevan û 3 leşker birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê. Waliyê Sêrtê Ali Fuat Atik, piştî bûyerê li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kir û diyar kir ku leşker û cerdevan birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane.