Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn 2018-03-30 08:21:49 ÎDIR - Dolmîşa penaberên Afganî û Pakistanî qeza kir û şewitî. Di bûyerê de 17 penaber mirin û 38 penaber jî birîndar bûn.  Li navçeya Tuzluca ya Îdirê, dolmîşa plakeya wê 65 EP 701 ku penaberên Afganî û Pakîstanî bar kiribû qeza kir û agir pê ket. 50 kesên di dolmîşê de asê man. Rêwiyên penaber ên dolmişek din bi hawara wan çûn. Di qezayê de 17 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 38 penaber jî birîndar bûn. Penaberên birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Waliyê Îdirê Enver Unlu, diyar kir ku 2 dolmîşên penaberên Afganistan, Pakistan û Îranê qeza kirin.  Walîtiyê diyar kir ku kesên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyên Agirî, Erzirom, Qers û Wanê.