Roboskiyan: Heya edalet pêk were… 2018-03-29 17:16:11 ŞIRNEX - Malbatên Roboskê di hefteya 326’emîn de çalakiya lêgerîna Edaletê pêk anîn û gotin: “Heya edalet pêk were, em ê têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin.” Malbatên Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê yên di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 xizmên xwe di bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de winda kirin, di hefteya 326’emîn de, li ser gorên zarokên xwe kom bûn û çalakiya lêgerîna Edaletê pêk anîn.    Li ser navê malbatan Velî Encu axivî û wiha got: “Em rastî êrîş û zextên ên naxwazin edalat bê Roboskiyê tên. Ên ku soz dan me, hîna jî xwedî sozên xwe derneketine. Dosya cihê xwe di refên pirtûkxaneya bêcezayan de girt. Ji bo kesek din van êşan nejîn, em ê heya dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heya edalet were Roboskê em ê têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin.”