Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin 2018-03-29 16:19:18 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsan şeqam li xwendekarekê dan û bi lêdanê binçav kirin. Polîsên bi maşîneya zirxî li nêzî Rawestgeha Haci Îsa ya Taxa Yafes a navçeya Cizîrê ya Şirnexê rawestiya bûn, heqaret li komek xwendekaran kirin. Yek ji xwendekarên hat zanîn ku xwendevanên Lîseya Hacî Fettah Kadooglu ya Anadoliyê ne, bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn nikarin bi vî awayî nêzî min bibin.” Li ser vê yekê polîsan şeqam li xwendekarê Lîseyê dan û bi lêdanê binçav kirin.    Polîsan xwendekarê navê wî nehat zanîn li maşîneya zirxî siwar kirin û bi xwe re birin.