Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn 2018-03-29 16:08:51 STENBOL - Hejmara binçavkirinên xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ên qeyûm tayînê wan hatin kirin derket 27’an. Di çapxaneyê de hîna jî lêgerîn berdewam dike, mifteya buroya rojnamê guhertin û hîna jî rayedar di hûndirê buroyê dene.   Polîsan li Stenbolê, di 28’ê Adarê de bi ser rojnaemya Ozgurlukçû Demokratîk û Çapxaneya Gun de girtin û TMSF’ê dest danî ser her du saziyan. Her ku diçe binçavkirina xebatkarên rojnamê û çapxaneyê zêdetir dibin. Hejmara binçavkirina xebatkarên rojnamê û çapxaneya Gun derket 27’an.      Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Xwediyê Matbaya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên matbayê Erdogan Zamûr, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, Mehmet Emîn Sumelî, Îrfan Karaca, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazim Goçer, Necatî Hizarci, Mahmut Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demî û du kesên paşnavên wan nehatin zanîn Îsmaîl û Muhammet.