15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn 2018-03-29 14:28:10 STENBOL - Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, li Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan bi sucdariya li dijî xalên TCK'êa yên 301 û 299'an tev geriya nin, ji bo her kesekê 7.5 sal ceza bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê cezayê li nivîskara Rojnameyê Ayşe Batumlu, nûçegîhan Ersin Çaksu û Gerînendeyê Weşana Giştî yê berê Huseyin Aykol birî jî taloq kir.  Li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê danişîna biryarê ya Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn, Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan,  nivîskar Ayşe Batumlu, nûçegîhan Ersin Çaksu û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gumdemê yê berê Huseyin Aykol hat dîtin. Der barê Reyhan Çapan û Eren Keskîn de ji xala 301'an a TCK'ê doz hat vekirin. Der barê Çapan de ji ber manşetên rojnameyê yên wekî "Bêdengî komkujî, berxwedan serkeftin e", "Ji Nisêbîn û Geverê bang: Li dijî êrîşên komkujiyê li her derê serhildan" û "Êdî bes e" bi îdîaya "Tirkbûnî û dewleta komarê biçûk xistiye" ceza kir. Çapan û Keskîn tev li danişîna dozê nebûn. Lê parêzerên wan amade bûn. Dadgehê der barê Çapan û Keskîn de ji bo her kesekê 1 sal û 6 cezayê girtîgehê birî. Dadgehê cezayê Çapan û Keskîn zêde kir û ji bo her kesekê 2 sal û 3 meh ceza birî.    JI BO HER KESEKÊ 5 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎ   2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye jî bi idîaya "Li serokomarê Tirkiye heqaret kiriye, der barê Gerînendeyên Weşana Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê yên berê PRz. Eren Keskin û Huseyin Aykol, Midûra Karên nivîsan Reyhan Çapan û nûçegîhan Ersin Çaksu de doz vekir. Di danişîna dozê de Keskîn, Çapan, Çaksu û Aykol amade nebûn. Parêzerên rojnamegeran amade bûn. Heyeta dadgehê der barê Keskîn û Çapan de ji bo her kesekê 3 sal cezayê girtîgehêbirî. Heyetê ceza zêde kir û li her kesekê 3 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê dîsa ceza zêde kir û ji bo her kesekê 5 sal û 3 meh ceza birî.    CEZAYÊ ÇAKSU Û AYKOL TALOQ KIRIN   Heyeta dadgehê der barê Çaksu de jî bi heman sucdarî doz vekir û 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê birî. Ceza daxist û bi giştî 11 meh û 20 roj ceza birî. Heyeta dadgehê der barê Gerînendeyê Weşana Giştî yê berê Huseyin Aykol de jî bi heman sucdariyê 1 sal ceza birî. Dadgehê ceza zêde kir û 1 sal 3 meh û 12 roj ceza birî. Heyetê cezayê li Çaksu  Aykol birî piştre taloq kir.    Heyetê li nivîskar û Prz. Ayşe Batumlu jî ji ber nivisek wê bi îdîaya "li Sûc sor kiriye" 5 meh ceza birî û taloq kir.    EZ TIRKIYE TERK NAKIM   Prz. Eren Keskin, diyar kir ku der barê wê de gelek cezayê pereyan û cezayê girtîgehê hatiye birîn û wiha got: "Min parast ku rojnamegerek di milê îfade û ramanê de azad e. Parastina mafê azadiya îfadeye li welatekî ger ku ew qas bedel bixwaze, mirov nikare behsa mafên mirovan bike. Ez diparêzim ku raman azad be. îfade azad be. Ev li dijî peymana gerdûnî ku Tirkiye imze kiriye. Ceza çi dibe bila bibe ez Tirkiye terk nakim. Ez ne sûcdar im û ez naçim. Min tenê azadiya ramanê parast."    Der barê Keskîn de 143 doz hene. Heta niha 355 hezar û 920 TL cezayê pereyan li Keskîn hatiye birîn. 105 hezar û 920 TL hat erêkirin û 250 hezar TL pere jî li dadgehê ye.