Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin 2018-03-29 13:59:40 RIHA - Li Rihayê, polîsan bi ser malekê de girtin û bi qûndaxên çekê li zarokan xistin.  Li navçeya Halîliya Rihayê, polîsan di 19’ê Adarê de bi ser malekê de  girtin û zarok jî di navê de endamên malbatê derp kirin. Hasan Yoguş, diyar kir ku roja polîsan bi ser mala wan de girtin ew û hevjînê xwe çûbûn mêvantiyê û wiha got: “Tenê zarokên me li malê bûn. Polîs bi qûndaxa çakan zarokên me derp kirin.  Polîsên ji bo kurê Hasan Yoguş Azad Yoguşê 24 salî binçav kirin bi ser malê de digirin, zarokên Yoguş ên cêwî yên 13 salî derp dikin. Bav Yoguş, da zanîn ku polîs bi balyozan derî dişkînin û wiha bilêv kir: “Ji bo kurê min Azad hatibûn. Gava ‘Emê we hemûyan gule baran bikin” li zarokên min xarin. Cêwiyên min ê 13 salî îşkece kirin. Pêl ser hevalên zarokên min dikin. Dest danîn ser hemû telefonên li malê û kurê min Azad jî binçav kirin.”   Yoguş, dest nîşan kir ku polîs bi lêdanê kurê wî binçav dikin û wiha  bi dawî kir: “Bi qûndaxên çakan li serê wî dixin. Kurê min ji ber vê birîndar dibe. Ezê derbarê berpirsan de gilî bikim.”