Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin 2018-03-29 12:15:13 STENBOL - Binçavkirina 11 xwendekarên Zanîngeha Bagazîçî yên li dijî “Loqima Afrînê” gotin “Loqima komkujiyê tuneye” hefteyek din hat dirêjkirin  Binçavkirina 11 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, di 19’ê Aderê de li dijî “Loqima Afrînê” gotin “Loqima komkujiyê tuneye” hefteyek din hat dirêjkirin. Xwendekarên ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan ve hatin hedef girtin, li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên girtin.    Binçavkirina 11 xwendekaran hefteyek din hat dirêjkirin û li bendêye ku di rojên pêş de lêpirsîna xwendekarên li Midûryeta Polîsan tên girtin, dest pê bike.