Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe 2018-03-29 10:30:05   STENBOL – Turan Gunana, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, 43 roj in di rojiya mirinê de ye. Rewşa Gunana her ku diçe ber bi xerabûnê ve diçe.    Turan Gunana yê li Jimara 2’an a Girtîgehji Tîfa F a Kandirayê bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ji 15’ê Sibatê ve di rojiya mirinê de ye. Çalakiya Gunana di roja 43’yemîn de didome. Malbata Gunana çû hevdîtinê û destnîşan kir ku her roja diçe rewşa Gunana ber bi xerabûnê ve diçe û kîloyan winda dike.  Malbatê got ku li gel her tiştî moralê Gunana baş e.