Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin 2018-03-29 10:29:13   ÎZMÎR – Xwendekarên Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê li dijî desteserkirina Rojnameya Ozgurklukçu Demorkasî bertek nîşan dan û gotin: “Pêwîst be em ê rastiyê li ser dîwaran binivîsînin û ji gel re ragihînin.”    Piştî Koma Medya Doganê firotin Koma Demîrorenê û weşana înternetê xistin bin kontrola Lîjneya Bilind a Televîzyon û Radyo (RTUK) duh polîsan bi ser avahiya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaya Gun ve girtin û dest danîn ser. Li dijî desteserkirina Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaya Gun bertek zêde dibin. Xwendekarên Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê jî bertek nîşanî desteserkirinê dan.    ‘ASTENGÎ NIKARIN ME BISEKINÎNIN’    Îlknur Karadenîz a xwendekara Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Egeyê diyar kir ku bi salan e zext, sansûr û girtin li ser rojnameyan û rojnamegeran heye û li gel van hemûyan dîsa jî rojnamegerên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên têkoşîna xwe dewam dikin. Karadenîz anî ziman ku zextên li ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ne nû ne û got: “Kîjan rojname û rojnameger rastiyê binivîsine û li cem gelê xwe be bi hincetên cuda ya tên girtin an jî tên kuştin û dengê wan qût dikin. Dê pêkanînên bi vî rengî me sekinînin. Ez bawerim serdest ji bîra kirine ku em duh jî û îro jî hene. Lê em ê siberojê jî hebin. Çi dikin bila bikin em ê ji wan re serî netewînin û em li gel Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ne.”    ‘EM Ê ROJNAMGERIYÊ LI SER DÎWARAN BIKIN’    Ozguzhan Ozen ê xwendekarê Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Egeyê jî destnîşan kir ku desthilatdarî rojnamegerên têkildarî kurd û erdnîgariya kurdan nûçe çêdike binçav dike an digire û wiha got: “Ez vê tayînkirna qeyûma ser rojnameyê wek operasyona çewisandinê binav dikim. Li dijî medyaya ku heqîqetê radigihîne operasyon pêk tînin. Em her tim dibêjin kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike û em ê vê gotina xwe dewam jî bikin. Bi salan e gelek rojnameger girtîne. Li gel vê yekê jî rojnamegeriya rast tê kirin. Heke ku hûn îro matbayê û rojnameyê bigirin, em ê rojnamgeriya dîwaran bikin. Em ê li ser dîwaran binivîsinin û rojnamgeriyêbikin. Pêşî girtina rojnamgeriyê tune ye, lê dawiya azadiyê heye. Casûs ji dewletê re û rojnamger jî ji gel re dixebitin.”