Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin 2017-10-09 09:48:01 WAN - Apê Veysî Şengîl ê li Muglayê ji piştê ve hat kelepçekirin û erdê dirêjkirin, Abdurrahman Şengîl da zanîn ku Prz. Gulfer Karadenîz bi biraziyê wî re axiviye û ev tişt got: "Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin. Di 4'ê Cotmehê de li herêma Ortac û Seydîkemera Muglayê bi hinceta "PKK'î ne" li dijî mirovahiyê sûc hat kirin, welatiyên ku destên wan ji piştê ve hat girêdan, îşkence li wan hat kirin. Malbatên wan diyar kirin ku polîsan li wan geriya ne, ji bo biçin Muglayê di rê de ne. Yek jî malbatên ketin ser rêya Muglayê malbata Şengîl a ji navçeya Erdîşê ya Wanê ye. Apê Veysî Şengîl ê erdê hat dirêjkirin Abdurrahman Şengîl destnîşan kir ku biraziyê wî Veysî (25) li Hatayê leşkerî kiriye û ev demek dirêj e li xeribiyê di karê înşaetê de dixebite. Şengîl da zanîn ku ev 3 sal e ew agahiyê ji biraziyê xwe nagirin, herî dawî bi rêya telefonê axivî ne û aşkera kiriye ku ew li Mêrsînê karê înşaetê dike.   Şengîl diyar kir ku piştî 3 salan wan bi rêya telefonê bihîstiye ku biraziyê wî li Miduryeta Polîsan a Muglayê girtî ye û wiha axivî: "Yê li miduryetê geriya got tu çiyê Veysî yî. Di dawiyê de jî got ku 'Veysî niha di destê me de ye, bila haya we hebe'. Min sedema binçavkirinê pirsî got ku 'Ez nikarim ji bo te tiştekî bêjim.'"   ‘MIN EW DI WÊNEYÊ DE NAS KIR’   Şengîl destnîşan kir ku ew di kêliyê de ketine ser rêya Muglayê, wêneyên ku li ser înternetê hatine parvekirin de biraziyê xwe nas kiriye. Şengîl aşkera kir ku dema wî wêne dîtine ew ketiye şoqê û wiha got: "Biraziyê min bi tevahî hatibû tazîkirin. Min wê demê xwe winda kir. Ev çawa wisa dibe. Tu mirov vê rewşê qebûl nake. Xwezî ez mirî bûma min wêneyê biraziyê xwe wiha nedîta. Di tu olê de tiştekî wiha tune û ev nayê qebûlkirin."   ‘HEKE HÛN NEÇIN DÊ JI BO WE BAŞ NEBE’   Şengîl pêkanînên li miduryeta polîsan re rû bi rû mane jî anî ziman û got ku "Dema em çûn miduryetê polîsan gor li me girt" û wiha pê de çû: "Min got em ji bo Veysî hatine, gotin ku 'Hûn bi çi heqê hatine vir?' Me got em dixwazin hîn bin ka biraziyê min sax e an mirî ye. Li ser vê gef li me xwarin û gotin 'Bi lez û bez li vir biçin, an dê ji bo we baş nebe.' Hêrs û bertekên xwe nîşanî me dan."   POLÎS: DOZGER KÎ YE?   Şengîl da zanîn ku wan der barê kesên di bin çavan de tu agahî ji polîsan negirtine, xwestine bibînin an jî kesek wêneyê wî ji dûr ve bikişîne nîşanî wan bide, ev daxwaza wan jî hatiye redkirin. Şengîl derbirî ku wan xwestiye ji dozgeriyê destûrê bigirin, lê polîsan bi gotina 'Dozger kî ye?' Bertekê xwe dane nîşan û aşkera kir ku sedema ew qas zilmê tunehesibandina dozger û dadgeran e û wiha axivî: "Polîsên ku dor li me girtin, gotin ku 'Tu dizanî biraziyê te kî ye? Biraziyê te terorîst e' û bi van gotinan em rencîde kirin. Hema gef li me dixwarin, polîsekî got 'Bi lez û bez ji vir biçin, me 5 kes hişk kirin (gebertîk), dê zarokên we jî wekî wan bên kuştin.'"   ‘BI GEFAN EM JI NAVÇEYÊ DERXISTIN'   Şengîl destnîşan kir ku ji ber îşkenceya ku xizmên wan dîtine, wan xwestine parêzeran bibînin û ji bo wê çûne Baroya Muglayê, lê polîsên ku piştî wan hatine gotine ku "Hûn hêj li vir in?" û li wir jî berdane wan, bi gefan ji navçeyê hatine derxistin.   ‘HÊJ TEZÎ RÛT TÊ RAWESTANDIN’   Şengîl da zanîn ku piştî ji Muglayê vegeriyane Wanê, seri li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dane û piştrast kir ku Gulfer Karadenîz a ku parêzeriya Veysî girtiye ser xwe der barê rewşa biraziyê wî de agahî daye û ev tişt got: "Parêzerê êvarê li me geriya. Bi Veysî re hevdîtin pêk aniye û aşkera kir ku Veysî hêj tezî rût tê rawestandin. Li ser wî şal jî tune. Sol û gorên wî jê standine. Difina wî şikandine, di rûyê wî de debên giran hene û reş û şîn bûne. Veysî bi rêya parêzer ji me cil xwestin, lê bi hinceta dawiya hefteyê cil nedanê."