Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin 2018-03-29 10:16:30   ŞIRNEX – Çend roj berê Lutfiye Dûymak, hevjîna Mahmût Dûymak ku li Cizîrê di dema qedexeyê de di jêrzemîna avahiyekê de hatibû kuştin, hat girtin. Firat Dûymak bertek nîşanî girtina diya xwe da û got: “Hîn me êşa bavê xwe ji ser xwe neavêtiye, diya min jî girtin. Birîna me kûr dikin.”    Li Cizîrê di 20’ê Adarê de dayika 5 zarokan Lutfiye Dûymak hat binçavkirin û piştî 6 rojên di bin çavan de bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Wekî hincet îfadeyên şahidan ên li ser wê, pirtûkeke li malê û hevpeyvînên der barê qedexe û rûxandina Cizîrê de hatin nîşandan. Di dema qedexeya ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê hat îlankirin û 79 rojan doman de hevjînê Lutfiye Dûymakê, Mahmût Dûymak ê 51 salî di jêrzemîna avahiyekê de tevî gelek kesan hatibû kuştin.    Lutfiye Dûymak, şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.    Kurê Lutfiye Dûymakê, Firat Dûymak bertek nîşanî girtina diya xwe da. Kur Dûymak diyar kir ku dema diya wî di binçavan de nerihet bûye û wê rakirina nexweşxaneyê. Dûymak got: “Li nexweşxaneyê serom lê xistin. Ji ber dermanên wê bê reçete bûn nestendin. Me got qey ji bo di Newrozê de gel çavtirsandî bikin ew binçav kirine. Ji me re got, li ser gumanekê hatiye girtin. Dû re ji ber pirtûkeke neqedexekirî û hin hevpeyvînan hat girtin.”    ‘ARMANAC TIRSANDIN E, DIYA MIN RASTÎ GOTIN’    Dûymak, diyar kir ku ji bo çavtirsandinê wisa dikin û bal kişand ser dema pêkanînên îlankirina qedexeyê û got: “Ji diya min re digotin ‘dema we hin kesên biyanî dîtin ji me re bêjin.’ Bi vî awayî sîxurtî lê dihat ferzkirin. Wekî hemû cizîriyan em jî tim bi çewisandinan re rû bi rû man.” Dûymak diyar kir ku piştî qedexeyê 5 kîlo hestî dane diya wî û gotine “Ev hevjînê te ye”. Dûymak got: “Hîn me tam ev êş ji ser xwe neavêtiye, niha jî diya min girtin. Êşa me kûrtir dikin. Êşa me nû dikin. Halbûkî tu sûcekî diya min tune ye.”    Dûymak bal kişand ser şewitandin û kuştina bavê xwe û got: “Min bavê xwe, diya min hevalê xwe winda kir. Diya min tenê rastî gotin. Wekî hincet hevpeynînên pê re hatine çêkirin hatine nîşandan. Lê belê parêzer jî dibêjin ev hevpeyvîn ne sûc in. Piştî diya min hevjînê xwe winda kir, ji bo zarokên xwe rabû ser piya. Me jî xwe spart wê.”    'GIRTIN Û KUŞTIN NE ÇARESERÎ YE’    Dûymak, bi lêv kir ku di salên 90’î de mirov bi cinayetên kiryar nediyar dihatin kuştin û girtin. Dûymak got: “Me ji bilî rûxandinê tu tişt nedît. Hîn jî hin malbat hene ku cenazeyê xwe nedîtine. Bi girtin û kuştinê çareserî ne pêkan e. Gel doza azadiya xwe û zimanê xwe dike. Bi şer çareserî ne pêkan e. Divê aştî pêk bê.”