Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin 2018-03-29 09:46:53 ENQERE –Nûnerên partiyên siyasî yên wekî  EMEP, SYKP, SEP û Partiya Şoreşger, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat kirin dan û bang li herkesî kirin ku destekê bidin rojnameyê.  Nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Damezrandina Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û Partiya Şoreşeger bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê û Matbaaya Gunê û desteserkirina wan dan.    Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû got: “Îktîdar saziyên çapemeniyê yê nikare wergire, niha hewl dide bêdeng bike. An bi terora aboriyî hin kesan bêdeng dike an jî yên ku hêza wê pê nikare bi terora dewletê bi polîsan davêje ser wan û bi qeyûman bêdeng dike. Niha jî gavek din pêş çûn. Tenê rojnameyan nagirin, her wiha dest datînin ser matbaayên ku rojnameyan çap dikin jî. Desteserkirin ji dema Osmanî maye, dixwazin vê mîrateyê ji nû ve pêk bînin. Û hewl didin hemû kesên derveyî wan bêdeng bikin. Dema mirov li dîroka Ozgurlukçu Demokrasiy dinere bombekirin, qetliyam, înfaz… Me dît ku yek ji van tiştan jî bi ser neket. Wê ew jî vê yekê bibînin. Yanî nikarin bi çewisandin, girtin an jî tayînkirina qeyûman çapemeniya azad bêdeng bikin. A dikeve ser milê me jî xurtkirina vê çapemeniyê ye.”    Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmogûllari jî got: “Li welatekî di asta kêmtirîn rêgeza demokrasiyê azadî ye. Li Tirkiyeyê di pêvajoya Rewşa Awarte de bêdengkirina çapemeniya azad tê xwestin. Herî dawî li hemberî Koma Doganê ku bi awayekî qismî muxalif bû operasyon pêk hat. Ji ber guherandina rejîmê ya îktîdarê û wisa dixuyê wê hilbijartineke pêşwext pêk bê, êdî tehamul nakin ji bilî wan nûçe bên çêkirin. Li welatekî di asta kêmtirîn rêgeza demokrasiye azadî ye. Jixwe heta niha gelek xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî jî qeyûm hat tayînkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ozgurlukçu Demokrasî nayê bêdengkirin. Em li cem Ozgurlukçu demokrasiye ne.”    ‘PIŞTEVANIYA JI BO OZGURLUKÇU DEMOKRASIYÊ PERÇEYEKE DEMOKRASIYÊ YE’    Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan got: “AKP’a Erdogan ji bo têkûzkirina îktîdara xwe bi muameleyeke taybet nêzî saziyên çapemeniyê bû û hat  heta roja îro. Ozgurlukçu Demokrasî tim di hedefa îktîdara siyasî de bû. Avêtina ser wê, binçavkirina xebatkarên wê, tayînkirina qeyûm rasterast binpêkirina mafê nûçewergirtinê ye. Em van çewisandinan, binçavkirinan û polîtîkayên tayînkirina qeyûman şermezar dikin û em careke din destnîşan dikin ku em ê piştevaniya Ozgurlukçu Demokrasiyê bin û piştevaniya ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê perçeyek ji têkoşîna demokrasiyê ye.”   Seroka SEP’ê Guneş Gumuş jî got: “Îktîdara AKP’ê bi Rewşa Awarte û KHK’yan dixwaze hemû welat bike yek deng. Ev îktîdara tehamulî Dogan Medyaya ku îlankir ew bîadî wê dikin jî nekir û girt. Girtina Rojnameya Ozgurkulu Demokrasiyê em neheyirandin. Azadiya nûçewergirtinê ya gelê kedkar û bindest bi qanûnên RTUK’ê, qeyûman û girtina rojnameyan nay astengkirin. Wê kevneşopiya muxalif a vî welatî li hemberî çewisandinan serî netewîne.”