Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin 2018-03-29 09:21:52 ŞIRNEX- Malbata Zekî Acarê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hat kuştin, der barê Wezareta Karên Navxweyî de doz vekiribû. Hîn pêvajoya dozê didomiya, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê dosyeya lêpirsînê de biryara “neşopandinê” da. Dozgeriyê derpêş kir bu “kuştin” li gorî hiqûqê ye û her wiha biryar jî teblîxî parêzeran nekir.  Di navbera 14’ê Adara 2015’an û 2’yê Adara 2016’an de li Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê de yek ji kesên hatibû kuştin jî Zekî Acar bû. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê dosyeya lêpirsînê ya Acar de biryara “nerkbûyînê” dabû û dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re şandibû. Di dosyeyê de Acar wekî “endamê rêxistinê” hatibû nîşandan. Lê belê parêzerên wî jî li Dadgeha Îdare ya 1’an a Mêrdînê der barê Wezareta Karên Navxweyî de doza madî û manewî vekiribûn û daxwaz lêpirsîna îdarî kiribûn.    Di çarçoveya serlêdanê de, Muşavîrtiya Hiqûqê ya Wezareta Karên Navxweyî parêzî kir û daxwaza redkirina dozê kir û diyar kiribû ku mirina Acar “li gor hiqûqê” ye.    Hîn pêvajoya serlêdana ku li Dadgeha Îdare ya 1’an a Mêrdînê hatibû kirind dewam dikir, hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 21’ê Adara 2017’an de derheqê dosyeyê de biryara neşopandinê daye.    Dozgeriyê di biryarê de cih da beyanên şahidên nepen û aşkere û derpêş ir ku Acar “endamê rêxsitinê” ye. Dozgeriyê li ser îdiaya ku li cem cenazeyên Acara hin cenazeyên din jî hebûne û dibe ku ev kes jî “endamên rêxistinê” bin biryar da û îdia kir ku Acar di pevçûnên ku di dema qedexeyan de rû dane cih girtiye.    BIRYAR TEBLÎXÎ PARÊZERAN NEKIRIN    Her wiha hat hînbûn ku dozgeriyê biryara neşopandinê teblîxî parêzerên Acar nekiriye.    Ji ber ku biryara nehatiye teblîxkirin, mafê îtirazkirinê jî ji holê tê rakirin. Li ser vê endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ji ber mafên wan ê îtiraz nehatiye naskirin, serlêdan pêk anîn. Dozgeriyê serlêdan qebûl kir û hat hînbûn ku wê careke din biryarê teblîxî parêzeran bike. Hat diyarkirin ku wê parêzer îtirazî biryara neşopandinê bikin.