Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye 2018-03-29 09:16:45 ENQERE - Rojnameger û nexnegirê Medya Ragip Duran, bal kişand ser tayînkirina qeyûm ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û wiha got: “Xuya dibe ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de cih digire. Sibê du sib yên weşana azad dikin û serî li hemberî qesrê natewînin dibe ru rastî pêkanînek wisa bên.  Polîsan şev nivê şeva 27-28'ê Adarê bi ser navênda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê de girt dest danî ser Rojnameyê û Çapxaneyê. Polîsan piştî bi ser Navenda Rojnameyê û Çapxaneyê de girt herî kêm 8 xebatkarên çapxaneyê û rojnameyê binçavkirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûmê ya li ser çapemeniya azad zêde dibin. Rojnameger û nexnegirê Medya Ragip Duran, bal kişand ser tayînkirina qeyûm ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û wiha got: “Xuya dibe ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de cih digire. Sibê du sib yên weşana azad dikin û serî li hemberî qesrê natewînin dibe ru rastî pêkanînek wisa bên."  Duran, anî ziman ku kesên ne muxalefet be û fikrên wan cuda be jî dîsa rastî heman serpêhatiyê tên û wiha got: "Ew jî dizanin ku li cihekî saxlem nesekinîne. Rêveberiya ku Cizîr, Sûr û bajarên kurdan dem û dûz kirin dê ji wan çi bê hevîkirin. Ji ber vê yekê dê bi çavê dijminatiyê nêzîkî rojnameya ku mafê gelê kurd diparêze bikin.    ‘TMSF XISTINE NAVBERÊ BALKÊŞ E'    Dûran, anî ziman ku bi rêya rayedarên Fona Sîgortayên Mevdûatê Tasarrufê (TMSF) dawî li jiyana weşana rojnameyê anîne û ev yek balkêş e. Duran, da zanîn ku balkêş e dikarin bi KHK û biryara dadgehan weşanê rawestînin, lê li şûna vê yekê TMSF xistine navberê û wiha got: "Bi navê qeyûmê rayedarên TMSF'ê xistine meriyetê û dawî li jiyanaweşana Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî anîne. Gelo bertekên nava welat û derve cîdî digirin.    ‘WEKÎ ÇÛKÊ ANKA HER DEM XWE JI XWELIYA XWE AVA KIR'   Dûran, da zanîn ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ji kevneşopiya çapemeniya azad hatiye û heta niha tevî hemû astengî û zext û zoran xwe wekî çûkê ANKA ji xweliya xwe ava kiriye û kevneşopiya xwe berdewam kirye. Duran, da zanîn ku ev ne cara yekem e û wiha got: "Her dem rastî zextan hat. Her dem jî wekî çûkê ANKA xwe ji xweliya xwe avakir. Bi tayînkirina qeyûmê nikarin vê têkoşîn û kevneşopiyê ji holê rakin."   ‘DEMA LI QESRÊ EYNE TUNE BE..."    Duran, bibîr xist ku xuya dike ku dê zextên qesrê ya li ser medya azad bidome û wiha got: “Xuya dike ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de cih digire. Sibê du sib kesên li hemberî îktîdarê serî netewînin û weşana azad bikin dibe ku heman tişt bê serê wan jî. Di nava hemû medya de traja tevan dibe ku ji sedî 5 be. 5-6 rojnameyên muxailf di çavê pergala yek zilam de wekî weşana terorist, komünist, xaniyê welat" tê dîtin. Dema li qesrê eyne tune be rojnameyan bi van navan tawanbar dikin'    DIVÊ EM HEVFRENGIYÊ AVA BIKIN'   Duran, xwest li dijî pergal û hişmendiyek wisa hemû rojnameger û rêxistinên çapemeniya muxalif ên tirk, kurd, marksist Sosyal-Demokrat, dij-kapitalist misluman, liberal Sosyalist divê bêyî cudahiyê bikin di bin ezmanekî de seskasorê (heftreng) ava bikin û li gorî rêgezên aştî, azadiyê weşana hevtreng ava bikin."    MA / Diren Yurtsever