Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît 2018-03-29 09:14:19 WAN – Li Wanê di sala 2016’an de polîsan wesayîta Rêveberê DBP’ê yê Artemêtan Ahmet Demîragaç jî tê de gule baran kirin û Walîtiyê jî Demîragaç “terorîst” îlan kiribû. Doza bi daxwaza tazmînatê ya malbata Demîragaç vekirî hat redkirin. Dadgehê di kuştina Demîragaç de “kusûr” nedît.  Li navçeya Artemêtan a Wanê di 13’yê Hezîrana 2016’an de, li Duryana Sebze Halî polîsên hêzên taybet kamyona Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê yê Artemêtan Ahmt Demîragaç û du kesên tê debûn gule baran kirin û kuştin. Welatiyê binavê Nacî Acar ê di wesayîtê de jî bi birîndarî ji bûyerê xelas bû.     Piştî bûyerê, Walîtiya Wanê di daxuyaniya da de, Ahmet Demîragaç ê DBP û Nacî Acar “terorîst” îlan kirin.    Piştî mirina Ahmet Demîragaç malbata wî doza tazmînatê ya derbarê Walîtiya Wanê de vekirî, bi encam bû. Di biryara hat dayîn de wiha hat gotin: “Ahmet Demîragaç di pevçûna li dijî hêzên ewlekariyê de mirî hat dîtin. Hat zanîn ku Ahmet Demîragaç endamê rêxistina terorê ya li dijî hêzên leşkeriye. Di vê rewşê de derketiye hoê ku Ahmet Demîragaç endam û hevkarê terorê ye. Piştî pevçûna bi hêzên ewlekariyê re mirî hatiye dîtin. Di vê bûyerê de tu kusûr nehatiye dîtin. Ji ber vê yekê daxwaza tazmînatê hatiye red kirin.”   Parêzerê malbatê diyar kir ku ji bo biryar bê bedalkirin, dê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.