ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-29 09:00:47 * Rojnamevan Dûrsûn Eroglû, diyar kir ku dema Qetliyama Kizildereyê çê bû ew 12 salî bû û tiştên ku wê rojê dîtine wekî “wehşetê” pênase dike. Eroglû got: “Tu eleqeya bavê min bi siyasetê re tune bû, lê zaf li ber diket û digot ‘xwezî min karibûya tiştek bikirana ev zarok xelas bikirana.’ Gelek jin her çend ew kes nas nedikirin jî, ji bo wan giriyan.”  * Rojnameger û nexnegirê Medya Ragip Duran, bal kişand ser tayînkirina qeyûm ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û wiha got: “Xuya dibe ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de cih digire. Sibê du sib yên weşana azad dikin û serî li hemberî qesrê natewînin dibe ru rastî pêkanînek wisa bên.   * Parêzer Buşra Ozbîçer, diyar kir ku careke din li Nevîn Yildirimê birîna cezayê muebetê, biryareke ne munferît e û got: “Cezayê hat dayîn, careke din rûyê mêr nîşanî me da. Çîroka Nevînê ne çîrokeka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye. Nevîn hîn jî jiyana xwe diparêze.”   * Derket holê ku roja ku Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê ya DBP’î Mehmet Kitir û Endamê MYK’ê yê DBP’ê yê berê Suleyman Oztoprak hatin revandin, kesên xwe wekî polîsan dane naskirin dîmenên kamerayê yên Kitir û Oztoprak ên deverên ku çûnê komkirine. Oztoprak got: “Navê vê yekê amadekariya cinayetên kiryar nediyariyê û reşkirina delîlan e.”     *  Li Kilîsê, Miduriyeta Herêmê ya Weqfan tabelaya “Mizgefta Kurdan” rakir û li şûna wê “Mizgefta Tirkan” daliqand. Lê belê hîn jî di qeydên fermî de “Mizgefta Kurdan” derbas dibe.    * Şaredariya Erxeniyê, di çarçoveya xebatên qada bejahiyî de wê 300 hezar metrekare kevirên parkeyî bi cih bike. Di sala 2015’an de jî 420 hezar metrekar kevirên parkeyî bi cih kiribû. Bi bicihkirina van kevirên parkeyî wê hejmara kevirên parkeyî yên şaredariyê bi cig kirine bi giştî bibe 920 hezar metrekare.    * Malbata Zekî Acarê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hat kuştin, der barê Wezareta Karên Navxweyî de doz vekiribû. Hîn pêvajoya dozê didomiya, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê dosyeya lêpirsînê de biryara “neşopandinê” da. Dozgeriyê derpêş kir bu “kuştin” li gorî hiqûqê ye û her wiha biryar jî teblîxî parêzeran nekir.    * Endama Tora Parastina Jinan a Femînîst Ruya Kurtuluş, diyar kir ku li dijî tundî û êrîşên mêr yên li ser jinan zêde dibin, dê parastina cewherî ava bikin. Kurtuluş, anî ziman ku divê li dijî pergala yek zilam a her ku diçe serdestiya xwe xurt dike, tevgera bê îtîatiyê xurt bi rêxistin bikin.    * Hevberdevka KCD’ê ya Mêrdînê Adalet Kaya der barê Newrozê 2018’an ku bi milyonan kes daqetin qadan û pîrozkirin de got: “Li qadan di dirûşmeyên jinan de qîrîniyek hebû. Navê vê qîrîniyê Efrîn bû.”    * Weşanxaneya Wardozê ya ku pirtûkên folklora kurdan çap dike, 4 berhemên Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl ji nû ve çap kir. Ji edîtorê weşanxaneyê Bahoz Baran got ku ew ji bo folklora kurdan xizmetê dikin û folklora kurdan wek behrek bêbinî pênase kir û ew ê di nav behrê de xebatên folklorê bikin.    * Xwendekarên Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê bertek nîşanî girtina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dan û diyar kirin ku hewce be ew dê li dîwaran binivîsin û rastiyê ji gel re ragihînin.    * Doza 14 polîsên ji komkujiya 5'ê Hezîrana 2015’an ya di mîtinga HDP'ê de pêk hat û 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 400 welatî jî birîndar bûn, tên darizandin dê li 14'emîn dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê dîtin. (10.00)    * Doza parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan,  Ziya Pir û Sirri Sureyya Onder yên di operasyona 4'ê Mijdara 2016'an de hatin binçavkirin û girtin dê li 8 û 4'emîn Dadgehên Cezayên Giran a Amedê bên dîtin. (11.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya parêzeran dê di hefteya 52'an de li ber Edliyeya Stenbol ya Çaglayanê berdewam bike. (11.30)   * Şaxa SES'ê ya Amedê, dê têkildarî endamên SES û TTB'ê yên hatin binçavkirin û piştre ji peywirê hatin girtin, li avahiya sendîkayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê dê beriya danişîna doza Şengul Karaca ya hat kuştin, li pêş Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)   * Malbatên 34 welatiyên li Roboskê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin kuştin dê li ser gorên zarokên xwe di hefteya 326’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (16.00)