Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê 2017-10-09 09:32:59 ENQERE - Girtiyê 20 salî Ferdî Îşçî yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, bi "girêka berazê" hat girêdan û avêtin hucreyê, di lêgerîna tazî re hat derbaskirin, îşkence li wî kirin. Fîkret Kara yê li dijî vê derket, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê kirin. Kara rewş bi nameyekî vegot. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê du girtiyên temenê wan 20 salî ji ber ku li dijî binpêkirinên mafan û şidetê derketin, tîşkence li wan kirin. Fîkret Kara yê ev hovîtî qebûl nekir, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê kirin, Kara tiştên bi serê wan re derbas bûye bi rêya nameyekê ji Ajansa Mezopotamyayê re vegot. Kara aşkera kir ku Ferdî Îşçî û Denîzcan Dîl şidet dîtine û heqaret li wan hatiye kirin.   'DI HUCREYÊ DE GIRÊKA BERAZÊ'   Kara bal kişand ser wehşeta li dijî girtiyan û di nameya xwe de ev tişt nivîsî:   "Hevrêyên me yên bi navê Ferdî Îşçî û Denîzcan Dîl ên temenê wan nêzî 20'an e, ji Girtîgeha Sîlîvriyê sirgûnî Edîrneyê kirin. Di 21'ê Tebaxa 2017'an de kameraya ku wekî amûreke îşkenceya derûnî ye û nava hucreyê dibîne, tê xirabkirin. Gardiyanên ku mudaxale dikin, girtekê digirin. Midurê ku piştî çalakiyê rojekê şûnde tê (Ji bo faks neyê astengkirin em navê wî nanvîsin, bi nûçeyên îşkenceyê kesekî navdar e) fermana êrîşê dide. Ciwan bi zorê bi erdê re tên kaşkirin, wan davêjin hucreya sunger. Dest û piyên Ferdî ji piştê ve tên girêdan, wekî 'Girêka berazê' bi saetan girêdayî dihêlin. Bi lêgerîneke bê rûmet re rû bi rû dimîne. Cihê ciwanan tê guhertin. Wan davêjin hucreyên yek kesî. Mafê wan ê hewşa bêhnstandinê tê astengkirin. Bi îşkence û tecrîdê 'serbixweyî' li ser wan tê ferzkirin. Me jî li dijî hemû êrîş û îşkenceyan çalakî pêk anîn. Lê îdare cihê ku pirsgirêkê çareser bike, em sirgûn kirin."   Kara herî dawî destnîşan kir ku Ayberk Demîrdogen û Suleyman Matur sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Bariş Aras û Îlerî Kizilaltun jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Terkîrdagê hatine kirin.