MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne? 2018-03-28 16:24:17 AMED - MGKP’ê, derbarê serdegirtina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û tayîn kirina qeyûm de daxwuyanî da û got: “Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê yên li dijî civakê ne?” Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MGKP), der barê serdegirtina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de daxuyaniyek nivîskî weşat û binçav kirina xwediyê îmtiyazê û xebatkaran şermezar kir.     Platformê, di daxuyaniya xwe de berteke nîşanî hedef girtina çapemeniya azad da û wiha got: “Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, mîrasê 30 sal ê kevneşopiya çapemeniya azade. Bi tayîn kirin qeyûman dixwazin kevneşopiya çapemeniya azad û xebatkarên wê teslîm bigirin. Lê tu carî çapemeniya azad tawîz nedan û dê ji vir û şûn de tawîzan nede. Rojnameya Ozgurlukçu demokrasî di nava bêdengiyê de, dengê qêrîna gele û tu  carî dê beng nemîne.   Em mîna Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya li gel Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ne. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî eyneya rastiya ku desthilatdarî naxwe bibînê ye. Dê ji vîr û şûn de Çapemeniya Azad hîn zêdetir rolê xwe yê dîrokî di nava gel de bilîze.”