ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin 2018-03-28 14:28:08   STENBOL - Rojnameyên ETHA û Atilim, derbarê serdegirtina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî daxuyanî dan û gotin: “Ên ku hewl didin nûçegihantiya derew û sexte veguherînin yek dengî, nikarin rojê bi çirovê xerc bikin. Destdayîna ser Ozgurlukçu Demokrastî, darbeya li dijî mafê gel ê nûçe girtinê ye.”   Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û rojnameya Atilimê, derbarê serdegirtina  rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun, binçavkirina rêveber û xebatkarê wan de daxuyanî dan û bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan dan.       Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Bi derewan dixwazin li ser piyan bimînin. Çapemeniya rastiyan dinivîse dikin hedef. Berê bi ser rojnameya Ozgur Gundemê de jî girtin û xebatkarên wê binçavkirin.  Desthilatdariya siyasî ya rojname girtin, niha jî ji bo pêşî li rajnamegertiya rast bigire, qeyûm tayîn kir. Nikarin rastiyan bikuşin û ji holê rabikin. Nikarin rojê bi çiravê xerc bikin. Desthilatdarî OHAL û KHK kirine amûrê bêdengkirina çapemeniya azad. Divê biryara qeyûmê ya li ser Ozgurlukçu Demokrasî bê rakirin, xebatkarên wê bên berdan û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin.”