6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin 2018-03-28 12:48:57   ŞIRNEX – Li Silopiyê 6 kesên beriya pîrozbahiya Newrozê hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.    Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 20’ê adarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û Suphi Ogel, Şîlan Oruç, Ahmet Geçgel, Belkîs Oflas, Mehmet Botan û Serbest Kurnaz binçav kiribûn. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan 6 kes derxistin edliyê. Dozger piştî îfadeyên her 6 kes girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger her 6 kesan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Alîkariya rêxistinê kirin” û “Propaganda rêxistinê kirin” da girtin.    Her 6 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.