Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin 2018-03-28 11:47:31 EDENE – Fatma Genç a li Girtîgeha Hejmara 2 ya Tarsusê çû hevdîtina hevjînê xwe, diyar kir ku di hevdîtina girtî de gardiyenana êrîş  hevjînê wê û girtiyên din kirin.  Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa T a Tarsusa Mêrsînê ji roja hatî vekirin û vir ve bi muameleyên xerab, îşkence, zext û binpêkirinên mafan ji rojevê dernakeve. Gardiyenên girtîgehê vê carê jî li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin. Fatma Genç (26) a çû hevdîtina hevjînê xwe Aydin Genç (32), diyar kir ku di hevdîtina girtî de gardiyenan li ber çavên wan êrîşî girtiyan kirin û girtî derp kirin. Genç a ku şahidî ji vê bûyerê kir, da zanîn ku ew hîna jî pir ditirse û heya niha şahidî ji bûyerek wiha re nekiribû.    ‘LI BER ÇAVÊN ME ÎŞKENCE KIRIN’   Fatma Genç, anî ziman ku çû hevdîtina hevjînê xw yê 1.5 sal kirtiye û wiha axivî: “Bi min re 5 malbatên din jî kirin salona hevdîtinê. Heya 10-15 deqeyan tiştek tunebû, lê dûre me dît ku girtiyê binavê Mazlûm (19) ê nexweşina sara pêre heyî ket erdê. Malbat û hevalên wî li aliyê wî mêze kirin û kirin qajîn. Li ser vê yekê nêzî 15 gardiyan ketin salonê û li girtiyan xistin.”   ‘DAYÎK DIGIRIYAN Û QÎR DIDAN’’   Genç, da zanîn ku gardiyenan piştî girtî derp kirin, hevdîtin qedandin û wiha got: “Gelk gardiyenan derdora malbatan girtin. Ji xwe saeta hevdîtinê 40 deqe bû, lê li ger gengaşiyê hevdîtin bi dawî kirin. Piştî malbatan bertek nîşan dan, heqaret li me jî kirin. Bi copên di destên xwe de li girtiyan xistin. Me ji gardiyenan re got ‘hûn li vê derê girtiyan îşkence dikin.’ Weke ku kenê xwe bi me bikin gotin ‘Hûn derewçîne, me li wan ne daye.’ Di wê navberê de dengê qêrîniya girtiyan û copan dihat me. Hin dayîkên girtiyan ji ber dengên zarokên xwe digiriyan û qîr dikirin.”   ‘NE HIŞTIN EM BI SOZGER RE HEVDÎT BIKIN’    Genç, dest nîşan kir ku gerdiyenên derdora wan girtibûn bi darê zorê derxistin derve û wiha pê de çû: “Bi malbatên din re me xwest em serî li dozger bidin, lê raydarên girtîgehê gotin dozger li girtîgehê tuneye û em derxistin derve. Lê dûre me bihist ku dozger di girtîgehê deye û rayedarên girtîgehê destûr nedan em bi dozger re hevdîtin bikin.”   ‘ÎŞKENCE SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Genç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê jî li girtîgeha  Tarsusê girtî hatibûn îşkence kirin. Lê me vê carê bi çavê xwe îşkenceya rayedar û gardiyenên girtîgehê dît. Divê em pêkanîn li ser girtiyan vebêjin. Divê me dengê wan derbixin derve. Ji bo îşkence bi dawî bibin, çi ji me bê xwestin em amadene bikin. Îşkence sûcê mirovahiyê yeç. Ji bo îşkence bi dawî bibe divê em bikevin nava tevgerê. Derbarê jiyana girtiyan de em bi fikarin.  Ji bo vê yekê ezê serî li sazî û dezgehên pêwendîdar bidim.”     MA / Ergîn Çaglar