Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm 2018-03-28 10:04:14 MÊRDÎN –Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê berê Halil Yomak anîn ser Midiruyeta Nivîsgehê ya Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin.  Di 6’ê Kanûna 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Qosera Mêrdînê hat kirin. Ji roja qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin heta niha, gelek endamên AKP’î li şaredariyê tên bicihkirin. Sibata sala borî Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’ê yê berê Halîl Yomak li Miduriyeta Nivîsgehê hat bicihkirin. Hat diyarkirin ku Qeyûm Ahmet Odabaş ku peykerê Ûgûr Kaymaz rakiribû Yomak aniye ser kar.   MIDURIYETA KARÊN KEYAYAN JÎ EMANETÎ YOMAK E!    Her wiha hat hînbûn ku Yomak li Miduriyeta Karên Keyayan jî hatiye bicihkirin. Piştî Kongreya Asasyî ya 5’an a Baskên Ciwanan a Mêrdînê ku di 4’ê Adarê de pêk hat Yomak li vê miduriyeta navborî hat bicihkirin.    Her wiha berê jî gelek endamên Baskên Ciwanan ên AKP’ê li Yekeya Maseya Mêrdînê ya di bin banê Miduriyeta Têkiliyên Gel a Şaredariya Mezin a Mêrdînê de hatibûn bicihkirin. Sekreterê Baskên Ciwanan a AKP’a Mêrdînê Esîn Alatekîn û Alîgirê Serokê Baskên Ciwanan a AKP’a Mêrdînê Îbrahîm Homan jî di nav de gelek endamên AKP’î wekî “koma propagandayê” ya qeyûm Mûstafa Yaman dixebitin û derketibû holê ku hemû mesrefên wan jî ji budçeya şaredariyê tê dayîn.