Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin 2018-03-27 17:34:18 MEREŞ - Li Elbîstanê hevserokê HDP’ê yê Elbîstanê jî dinavê de 9 kes hatin binçavkirin.  Li navçeya Elbîstana Mereşê, polîsan bi ser malan de girtin, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Huseyîn Yildirim jî di navê de 9 kes binçav kirin. Kesên nav û hinceta binçavkirina wan nehat  zanîn, li Midûryeta Polîsan a navçeyê tên girtin.