Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe 2018-03-27 17:03:31 ŞEHBA - Bi sed hezaran welatiyên Efrinê yên ji ber êrîşên balafirên şer ji Efrînê koçî Şehba kirin, di konan de di nava şertên dijwar de, li dijî şert û mercên yenînî têdikoşin.  Dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrinê di roja 67'an de berdewam dike. Piştî TSK û OSO bi bi tang, top û balafirên şer êrîşî Efrînê kirin, gelê Efrînê ji bo rastî komkujiyên mezin neyên bajar vala kir û li herêma Şahba bi cih bûn. Gelê Efrînê piştî êrîşên qirker ên Tirkiye û çeteyên wê bi sed hezaran gelê ji Efrînê ji neçarî koçî Kantona Şehbayê kirin. Di şertên dijwar de li ber xwe didin. Gelê Efrînî yê ku ji destpêka şerê li Sûriyeyê deriyê xwe ji gelek penaberan re vekiribû, piştî êrîşên Tirkiyeyê dîsa koç kir. Gelê Efrînê niha li Şehba dinava şerên dijwar de li ber xwe didin. Welatî li Şehbayê li hewş, camî, dibistan û şertên dijwar de dijîn. Koçberên Efrînê yên ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî heta niha tu alîkarî nedane awan, bi piştgiriya gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê li ser lingan dimînin. Konên ku ji aliyê rêveberiya Kantona Şehbayê û rêveberiya Kantona Efrînê hatibûn vegirtin, penaber lê hatin bicihkirin. Gelek malbatên koçber di van konan de bi cih bûn.   Lê pêdiviyên li kampê gelekî zêde ne. Bi hezaran malbatên ji Efrînê li Şehbayê li derve, li camî, dibistan û li nav darên zeytûnan dijîn. Carinan 3,4 malbat bi hev re dijîn. Li gorî texmînan piştî dagirkeriya Tirkiyeyê di navbera 150 hezar û 200 hezar kesên ji Efrînê li herêma Şehbayê bi cih bûne. Karê hejmartina penaberan a ji aliyê Kantona Şehbayê û Kantona Efrînê jî didome.