Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye 2017-10-09 09:22:59 AMED - Birayê Mehmet Uzun Mahmut Uzun, rakirina navê Mehmed Uzun a ji ser tabelaya parkê rexne kir û wiha got: "Ev bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye. Ev na qebûlkirina kurd e."   Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Sertal Kartal, piştî tayînî şaredariya Yenîşehîra Amedê hat kirin, navê nivîskarê kurd Mehmet Uzun ku di Cotmeha 2013'an de li Parkê hatibû danîn, ji ser tabelaya parkê rakir.  Bertek û nerazibûnên li dijî rakirina navê Mehmet Uzun berdewam dike. Piştî navê Mehmet Uzun û çarîka sirûda kurd a “Hilbe Agirî” rakirin, gelek nivîskar, şêniyên taxê û malbata Uzun bertekên xwe anîn ziman. Birayê Mehmet Uzun Mahmut Uzun ê li Swêdê dijî, diyar kir ku daxistina tabelayê ne qebûlkirina kurdan e û wiha got: "Ev êrîşa li dijî hemû gelê kurd hatiye kirin. Ne qebûlkirina kurdan e. Ev encama polîtîkaya tunekirina bi rêk û pêk û plan e. Gelê kurd bi sedan sal e rastî êrîşa tunekirinê tê. Rakirina tabelayê bê tehammuliya li dijî gelê kurd e. Dixwazin bi vê yekê çavê kurdan bitirsînin. Ev encama îro derketiye holê dîktatorî û bîrdoziyên ku dawiya wê hatî ye."    ‘BÊ HURMETIYA LI DIJÎ WÊJEYA CÎHANÊ YE'   Uzun destnîşan kir ku ev êrîş di heman demê de bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye jî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tehamul nakin ku wêjeya kurdî di nava cîhanê de belav bibe. Daxistina tabelayê û guhertina navê tabelayê nayê qebûlkirin. Ev dê di dile kurdan de her hebe. Dê gel her dem vê parkê wekî Parka Mehmed Uzun nas bike. Ew navê ku ew pişt re lê bikin qet nayê qebûlkirin. Rêzdar Seyit Riza gotibû 'Ez bi lîstikên we re bi ser neketim ji min re bû ders, ez jî serî li hemberî we natewînin bila ev jî ji were bibe dert. Gelê kurd jî li dijî van zextan dê serî natewîne."