Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye 2018-03-27 14:37:17 QAMIŞLO - Di çarçoveya hemleya komkirina alîkariyê ku saziyên TEV-DEM`ê li Rojava daye destpêkirin, komîteya alîkariyê ya Girkê, Legê, Til Koçer û Çilaxa  alîkariya ku kom kirin şandin navenda kantona Qamişloyê.  Hemleya komkirina alîkariyê ya ku saziyên TEV-DEM`ê ji bo şêniyên Efrînê li Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê daye destpêkirin didome. Alîkarî ji xwarinê, pêdiviyên malê, betanî, isfinc û pere pêk tê. Rayedarên hemleyê diyar kirin ku alîkariya ku heta niha hatiye komkirin ji navenda kantona Qamişlo re şandin û dê ji wir jî bişînin herêmên Şehbayê. Alîkariya biçe Şehbayê dê li gelê Efrînê bê belavkirin. Rayedaran tekez kirin ku şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi awayekî baş tevlî hemleyê dibin û alîkariyê li gorî derfetên xwe didin. Rayedaran anî ziman ku hemleya komkirina alîkariyê ji bo Efrînê dewam dike.   DÊRIK   Li bajarê Dêrikê û gundewarên wê jî ev cara sêyemîn ku alîkariye hatiye komkirin, ji şêniyên Efrînê re hate şandin. Hemleya komkirina alîkariyê ji aliyê şaredarî, meclîsên bajar, navçe, bajarok û gund ve tê birêvebirin. Rayedarên  ku alîkarî kom dikin tekez kirin ku hemleya  wan a komkirina alîkariyê dewam dike.