Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye 2018-03-27 14:11:54 STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bi boneya gotin “Liqûmê dagirkerî û komkujiyê nabe”, Serokomar Erdogan ew kirin hedef. Piştî Erdogan ew kirin hedef gelek xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekaran xwestin hevalên wan bên berdan wiha got: “Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina aştî û azadiyê ye.”  Piştî Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan bi gotinên “Em ê li zanîngehê mafê xwendinê nedin ciwanên komunîst” xwendekaran hedef girt û gelek xwendekarên Zanîngeha Bogozîçiyê hatin binçavkirin. Ji roja operasyonê dest pê kir heta niha 11 xwendekar di binçavan de ne. Xwendekarên li zanîngehê Stenbolê bertek nîşanî binçavkirina xwendekaran dan û xwestin hevalên wan bên berdan.    Xwendekara Zanîngeha Bogazîçiyê Tilbe Akan diyar kir ku di dîroka zanîngehan de têkoşîna şorşeger di asta herî jor de bûye û got: “Ji ber vê yekê xwendekar dibin armanca AKP’ê. AKP ji bo êrîşî Bozgazîçiyê bike her tim ji xwe re li hincetan digeriya. Desthilatdarî ji nêrîn û helwesta xwendekaran aciz e û ji ber vê yekê xwendekaran binçav dike. Zanîngeha Bogazîçiyê qadek li dijî şer e û aligirên ked û demokrasiyê ye. Yên ne ji wan be hemû kesî terorîze dikin.”    ‘CIWANÊN AKP’Î HATIN Û LIQÛM BELAV KIRIN’    Akan bal kişand ser qewimandina roja bûyerê ya li zanîngehê û wiha domand: “Belavkirina liqûm roja ewil ji aliyê komek xwendekar ve pêk hat. Lê roja çarşemê belavkirina liqûm a li ber zanîngehê raste rast Baskên Ciwanan ên AKP’ê belav kirin. Yanî pêşandanek mirovên ne ji zanîngehên bûn, pêk anîn.”    'ZANÎNGEH CIHÊ HEZKIRINA WELAT E’    Şîlan Delîpalta a xwendekara Zanîngeha Stenbolê jî destnîşan kir ku operasyona li dijî Bogazîçiyê operasyonek têgiştinê ya ji aliyê AKP’ê ve pêk hat û wiha got: “Rewabûna dîpolomaya wan li holê ye. Ne hêjayî nirxên zanîngehê ne û desthilatdariyek êrîşî wan nirxan dike hey. Ev nirx; aqil, zanist, azadî, wekhevî, edalet û welaparêziye. Bi rastî jî îro zanîngeh cihê hezkirina welat e. Êrîş li dijî vê yekê ye. Çeteyên paşverû liqûm belav kirin. Nerazîbûna ‘Liqûmê komkujiyê nabe’ jî karê xwendekaran bû. Hewcebû xwendekar vê bertekê nîşan bidin. Heke ku êrîş li dijî vê yekê be, bêguman em ê jî sînga xwe ji vê yekê re bikin çeper.”    'TEVGERA CIWANAN DÎNAMÎKBÛNA VÎ WELATÎ YE’    Delîpalta da zanîn ku ev êrîş amadekariyên hilbijartinê ne û wiha pêde çû: “Em di ferqa vê yekê de ne û em ê vê tu carî qebûl nekin. Çunkî dîroka tevgera ciwanan li holê ye. Tevgera ciwanan fitîla dînamîta welat e. Xwendekar û ciwanên îro jî li çar aliyên welat ji bo aştiyê dixebitin. Çunkî li çar aliyê welat şer heye. Îro gotina aştî tê wateya zanîngeh e. Zanîngeh jî wateya têkoşînê ye. Çawa pêşengên me çepgir li dijî vê yekê têkoşiyan, îro jî dê li dijî hemû talangerî û şer derbikevin û destûr nedin şerxwazan.”    'ARMANCA ME EW E EM ŞER BI DAWÎ BIKIN’    Okan Danaci yê xwendekarê Zanîngeha Stenbolê jî diyar kir ku hemû armanc û têkoşîna wan ew e ku nêvenga şer belav bibe û got: “Rejîm bi her awayî serferberiya 2019’an dike. Siberoja xwe difikire. Ev hilbijartin mayîn û nemayîna wan e. Ji ber em aştî û azadiyê dixwazin her tim di hedefa AKP’ê de ne. Dixwazin Bogazîçiyê bixînin û bikin keleha xwe. Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina aştî û azadiyê ye. Divê li dijî şovenîzmê, em aştî û biratiya gelan biafirînin.”    MA / Bîlal Seçkîn – Muhammet Dogru